Necmedîn Mele Omer: Tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan e

Sekretêrê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer bang li rêxistinên  navneteweyî kir ku çalakiyên xwe zêde bikin, da ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Necmedîn Mele Omer: Tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan e
9 nîsan, 2022   06:49
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye, giran dike. Rê nade malbat û parêzerên wî ku wî bibînin. Herî dawî 25'ê Adara 2020'î de rêber Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re Mihemed Ocalan re axivîbû, peywendî 5 deqeyan dewam kir.

'RÊBERÊ AŞTÎ Û ŞOREŞÊ YE'

Têkildarî mijarê sekertêrê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer got, rêber Abdullah Ocalan rêberê aştî û şoreşê ye.

Mele Omer bal kişand ser tecrîda giran a li ser rêber Ocalan û wiha dewam kir: "Rêber Apo bi komployeke navneteweyî paşverû û şovenîst hate dîlgirtin. Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe banga mîsogerkirina azadî û demokrasiya hemû gelan dike."

Necmedîn Mele Omer anî ziman ku tecrîda giran ne tenê fikirê rêber Ocalan dike hedef û wiha axivî: "Fikrê rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Di heman demê de banga serxwebûn û azadiya hemû gelên bindest dike. Dewletên komploger nekarîn fikir û felsefeya rêbertî tune bikin, berovajî vê  ramanê wî li hemû cîhanê belav bû."

Mele Omer tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em partiyên siyasî vê siyaseta li dijî rêberê şoreşa aştiyê red dikin û divê hemû gel û tevgerên azadîxwaz li hemberî vê tecrîdê serî hildin."

Sekretêrê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer got, ji bo pêkanîna azadiya fîzkî ya rêber Ocalan û tevahî girtiyên siyasî yên di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de divê gel hevgirtî be û dengê xwe bikin yek.

(eh)

ANHA