Bi navê mirovî polîtîkayên guhertina demografî bê navber berdewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kiriye ve, demografiya wê ya piranî Kurd in diguhere. Bi destek û hevkariya komeleyên ji dewletên Kendavê, Tirkiyê û Filistînê yên xwedî îdeolojiya tundraw, avahiyên mêtîngeriyê ava dikin û kesên biyanî lê bi cih dikin.

Bi navê mirovî polîtîkayên guhertina demografî bê navber berdewam dikin
9 nîsan, 2022   01:56
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Li Efrînê ya ku ji 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye, sûcên dermirovî ji koçberkirina şêniyan, revandin, qetilkirina wan, talankirina milkan, qirkirina xweza û çanda herêmê bênavber dewam dikin. Ev sûc gihaştin wê astê ku bi rêya guhertina demgorafîk nasnameya wê ji holê rakin. Ev sûc bi desteka komele û rêxistinên îdiaya rêxwazî û mirovahiyê dikin, tên kirin.

Rejîma Tirk ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve, bi rêya vekirina saziyên tirkî, ferzkirina zimanê tirkî û hildana ala komara Tirkiyê polîtîkayên tirkkirinê dimeşîne. Herî dawî ji bo ku demografiya wî ya piranî Kurd e biguhere, avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ

Beriya dagirkirinê,  nifûsa kurdan li Efrînê ji sedî zêdetirî 95'an bû. Ji piştî êrişên dagirkirinê yên 20'ê Çileya 2018'an û virde ev hejmar daket û niha ji sedî 25 derbas nake. Hêzên dagirker sûcên herî hovane li dijî şêniyên ku li kantona mane pêk tîne da ku wan neçarî koçberiyê bikin. Tevî qanûnên navneteweyî yên ku koçberkirina bi darê zorê bi sûcên dermirovî dihesibîne, lê civata navneteweyî li hemberî van sûcan bêdeng e.

Li gorî madeyên 6, 7, 8 yên pergala bingehîn a Romayê ya dadgeha cînayetan a navneteweyî ya sala 1988'an, dûrxistin an veguhestina niştecihan bi darê zorê, heger di dema êrişên berfireh de be an jî bi plan be, sûcên dermovî ne. Rêxistinên mirovî jî diyar dikin ku koçberkirina şêniyan bêyî sedem li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne ku dighêje asta sûcên şer û divê hesab ji sûcdarên vî sûcê bê xwestin. Lê ev qanûn ji bo Efrînê nayê pêkanîn û hesab ji sûcdaran nayê xwestin.

Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di dirêjahiya 4 salên dagirkirinê de zêdetirî 8 hezar û 63 sivîl hatin revandin, zêdetirî 655 jî jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de 90 sivîl ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî 696 kesî ji ber topbaranê birîndar bûn, zêdetirî 60 cihên dîrokî, mezar û cihên îbadetê ji aliyê çeteyên Enqereyê ve hatin hilweşandin. Ev yek hewldaneke da ku tevahî nîşaneyên kurdayetiyê ji holê rakin û Efrîn bi Tirkiyê ve girêdin.

AJANDEYÊN SIYASÎ-ÎXWANÎ NE, LÊ BI NAVÊ "MIROVÎ" DIXEBITIN

Di çarçoveya guhertina demgorafiya Efrînê de, komeleyên ku li Tirkiyê hatine avakirin û li herêmên dagirkirî çalak in, bi hevkariya rêxistinên îxwanî avahiyên mêtîngeriyê lêdikin da ku kesên biyanî yên Tirkmen  û Ereb û malbatên çeteyan lê bi cih bikin. Ev rêxistin û komele kî ne?, armancên wan ên fenansekirina projeyên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê çi ne?, nemaze ku di demekê de ku koçberên Sûriyê yên di kampan de zor û zehmetiyan dikişînin.

Komeleyên îxwanî yên Qeterê, Kiwêt û Filistînê baskên sereke yên dewleta Tirk in ku avahiyên mîtîngeriyê yên li Efrînê fenanse dikin. Ji van komeleyan; El-Eyş Bîkerama, Eyadî El-Beyda, Xûza El-Beyda, Komeleya Beyan a Qeter-Tirkiyê û Eta Bîlahidûd a Qeterê.

Komeleya Eyadî El-Beyda ya xwedî îdeolojiya îxwanî, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin û hin kesên sûrî tev li rêveberiya wê hatin kirin da ku armancên dagirkeriyê binixumîne. Ev komele destûr wergirtiye ku li Tirkiyê bixebite û di 27'ê Sibata 20013'an de bi navê ''Beyaz Eller Yardımlaşma Derneğ'' nivîsgeha xwe li Stenbolê vekir. Di 24'ê Îlona 2014'an de nivîsgeha xwe li Antakyayê vekir. Komele bi pêkanîna siyasetên dewleta Tirk li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî eleqedar e.

Ev komele di halê hazir de li Efrînê nexasim li gundê êzidiyan bi navê "Projeya Nûr El-Hûda a Avakirina Mizgefatan", mizgeftan ava dike da ku êzidî koçber bibin û alîgirên xwe li wan gundan bi cih bikin.

Komeleya Eyadî El-Beyda bi rêya desteka ku ji komeleyên Kiwêtê werdigire siyasetên Tirkiyê pêk tîne.  Bi hevkariya Komeleya ''Qilûb El-Beyda li Derdora Cîhanê ji dewleta Misir a Erebî" li gundê Şorebe yê navçeya Mabatayê dibistanek vekir. Her wiha li navçeya Cindirêsê dibistaneke olî vekir û li gundê Şadîrayê gundê mêtîngeriyê bi navê "Besme" ava kir.

Niha jî komelya El-Eyadî El-Beyda li navçeya Cindirêsê dibistanekê bi navê "Îmam El-Xetîb" ava dike.

Dibistanên "Îmam El-Xetîb", saziyeke perwerdehiya amadehî û navîn li Tirkiyê ye û berdewamiya perwerdehiya olî ya dewleta Xîlafeta Osmanî ye. Ev dibistan karmendên hikumetê ava dike da ku li mizgeft û rêveberiyên olî bixebitin.

Komeleya "Parastina Sivîl a Sûrî" yan jî "El-Xûz El-Beyda" 2013`an hate avakirin û li herêmên di bin kontrola artêşa Tirk de tev digere.

''Komeleya El-Eyş Bîkerama ya gelê Filistînê 48'', sala 2013`an bi piştgiriya Kiwêt û Filistînê li dewleta Tirk hate avakirin. Armanca zêdetirî 600 malbatên filistînî li avahiyên mêtîngeriyê yên li Efrînê bi cih bike. Vê komele destek da rêxistinên "Saziya rêveberiya kareset û rewşên awarte yên Tirkiyê", da ku 7 avahiyên mêtîngeriyê ava bik û malbatên çeteyên alîgirên Enqereyê li avahiyên  li Çiyayê El-Şêx Mihemed Şemalî ya li gundê Kefersefra, Cindirês, Cebel Şotî, rêya Cebel Qazqelê yê bakurê bajarokê Kefersefra, Şiyê û gundê Hec Hesna û Şêrawa bi cih bike.

''Komeleya Weten'', fermî di sala 2012'a de hate avakirin, lê ji sala 2006'an de dixebite. Rêveberên vê komeleyê sûrî û tirk in. Di avakirina avahiyên mêtîngeriyê, mizgeft û dibistanan de dixebite. Tevlêkirina kesên sûrî di rêveberiyê de siyaseteke Tirkiyê ye da ku rewabûnê bide polîtîkayên tirkkirinê yên li Efrînê.

Li Sûriyê jî rêxistin û komele hatine avakirin ku ji aliyê Tirkiyê ve tên bikaranîna da ku siyasetên xwe li herêmê bi cih bîne. Ji wan 'Rêxistina Emîn' e ku di Mijdara borî de hate avakirin. Rêxistinê bi navê "Şehîd Mihemed Emîn" li navçeya Racoyê vekir.

Li gorî rêxistinê,  wê navê "Emîn Hersonî" hilgirtiye ku sala 2012'an ji aliyê hikumeta Şamê ve li bajarê Idlibê yên di bin serweriya Tirkiyê  û çeteyên wê de, hate kuştin. Ev rêxistin li Efrînê çalak e.

Têkildarî Qeterê jî, ji destpêka ku Enqere êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê da destpêkirin ve, destek da êrişan. Qeter bi rêya komeleyên îxwanî, wekî Beyan û Eta Bîlhidûd  destekê dide projeyên avakirina avahiyên mêtîngeriyê.

CIHÊN KU AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ LÊ HATINE AVAKIRIN:

Projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê di navîna Mijdara 2018'an de, piştî ragihandina avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji bo kesên ji Xutayê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bi navê "Gundê Şamiyê"  avahiyên mêtîngeriyê li rojhilatê bajarê Efrînê û li ser çiyayên rojavayê bajarê Mêremîn ê rojavayê bajarê Efrînê hatin avakirin. Komîteyên îxwanî yên ji Kendavê destek dan vê projeyê.

Komeleya "Beyan" a Qeter-Tirkiyê ji bo avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundê Avraza yê Mabatayê hate erkdarkirin û li qada pîrozbahiya Newrozê avahî hatin avakirin.

24'ê Îlona 2020'î de, dewleta Tirk bi desteka rêxistina "El-Xuze El-Beyda" li taxa Eşrefiyê  dest danî ser erdên şêniyê bi navê Mehmûd Keleş, Henan Nasir û Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê ne, da ku li şûna wê kampan ji çeteyan ava bikin.

12'ê Mijdara 2020'an hêzên dagirker bi navê "Muxeyem Teawin" 70 yekîneyên niştecihbûnê li gundên êziydan ava kirin. Ev projeya mêtîngeriyê bi çavdêriya rejîma Tirk û fenansekirina komeleyên Qeter, Kiwêt ên îxwanî hatin avakirin, her wiha derdora 200 hezar dolar amerîkî dan kesên ku di wan avahiyan de bicih kirine.

27'ê Çileya 2021'an, dewleta Tirk bi destek û fenansekirinê ji aliyê çeteyên "Sulta Silêman Şah" an ku Emşat ve 3 komelgehên mêtîngeriyê li Raco û Şiyê ava kirin. Ev komelgeh li ser sînorê ji gundê Çeqla û deşta gundê Şadiya yê Racoyê belav dibin. Ev komelgeh ji bo bicihkirina 300 malbatên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirine, hatin avakirin.

Her wiha di 4'ê Çileya 2021'an de li navenda bajarê Efrînê avahiyên mêtîngeriyê li rex çemê Efrînê hatin avakirin.

2'yê Nîsana 2021'an "Munteda Sûrî" ya bi serokatiya Xesan Hîto, serokê berê hikumeta "Îtîlafa Demkî" ragihand ku saziya "Îhsan a Alîkarî û Geşkirin" ya bi serokatiya Beraa El-Semûdî projeya avakirina 247 yekîneyên niştecihbûnê yên mêtîngeriyê li herêma çiyayî ya bi navê "Çiyayê Şewatê" yê nêzî çiyayê Qazqilî yê derdora gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê daye destpêkirin.

''Munteda Sûrî" an ku "Forma Sûrî" û Saziya "Îhsan" têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xurt in û nivîsgehên wan li Tirkiyê hene.

Ji wê zêdetir, "Komeleya El-Eyş Bîkerama ya şêniyên Filistîn 48" 99 yekîneyên bicihkirinê bi navê "Besme" li gundê Şadîra yê Êzidiyan ê navçeya Şêrawayê ava kir da ku xelkên Filistînê yên di kampên li Sûriyê de lê bi cih bikin.

"Komeleya "Şam El-Xeyriyê" ya Kiwêt –Filistînê, bi beşdarbûna hin rêxistinên tirkî yên li bakurê Sûriyê dixebitin, gunek bi navê "Kiwêt El-Rehma" di navbera bajarokên Qîbar û Xalidiyê de yên navçeya Şêrawayê de ava kir.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker li dirêjeya xeta sînor a ji Şera heta Bilbilê û ji Cindirês heta Racoyê bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ji bo Tirkmenan ava kirin.

Avahiyên mêtîngeriyê li gundên Mihemediyê, Dêr Belût ên Cindirêsê, li ser girê dîrokî yê Cindirêsê, nêzî gundên Yelanqozê, Celeme, Dîwana Jêrîn, Qolge û Îskayê hatin avakirin. Ev avahî ji aliyê "Komeleya Afad" a Tirkiyê ve  tê birêvebirin ku desteka diravî didin kesên ku li van avahiyan hatine bicihkirin.

29'ê Adara borî, "Komeleya Eyadî El-Beyda" komelgeha gundê "Besme" vekir ku wekî berdewama qonaxa duyemîn a avakirina avahiyên mêtîngeriyê ye. Ev gund li erdekî çandiniyê ku firehiya wê 10 hezar miter çargoşe ye hatiye avakirin. Erd ê welatiyê bi navê (Z.X) yê ji gundê Şadîra ye.

Têkildarî "Komeleya Eta Bîlhidud a Qeterî", malbatan teşwîq dike ku li van avahiyan bi cih bibin û desteka diravî pêşkêşî wan dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di çarçoveya bazarên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, zêdetirî 270 hezar kes ji malbatên çeteyên dewleta Tirk û koçberên ji gundewarên Şam, Hema, Himus, Idlib û rojavayê Helebê li malbatên şêniyên Efrînê û kampên li gundên Mihemediy, Cindirêsê, Avraz, Mabata, Raco, Bilbilê, Kefer Cene, Dêr Swan û herêmên din hatine avakirin, hatin bicihkirin.

'PLANEKE XETER E'

Li ser mijarê, serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê, demgorafiya herêmê biguhere. Ehmed hişyar da ku ev proje di pêşerojeke nêzî de xeteriyê li ser demografiya herêmê çêbike.

Şêxmûs Ehmed îdiayên dewleta Tirk ên sedema avakirina van avahiyan derewand û got, "Heger armanca wê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî be, çima destekê nade koçberên Idlibê yên li kampan?"

'Dİ SÛCAN DE HEVKAR E'

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi desteka hin komele û saziyên olî yên kiwêtî û desteka raste rast ya rejîma Qeterê ku bi pere û agahiyên îstîxbaratê destekê dide Îxwan El-Muslimîn, her wiha bi desteka hin rêxistinên girêdayî Îxwan El-Muslimîn û yên girêdayî Tirkiyê yên li Filistînê destekê avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê dikin û wiha domand: "Ev komele û rêxistin şirîkên sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û gelên resen ên herêmê ne. Ev rêxistin û komele tundraw in, xizmeta siyasetên Tirkiyê û komên terorîst di serî de Cebhet El-Nusra, DAIŞ û El-Qaîde dikin. Van komele û rêxistinan bi navê alîkariyên mirovî û îslamê beriya niha jî destek dan van koman heger li Efganistan be, an jî Iraqê be û niha li Sûriyê ."

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser zehmetiyên ku koçberên Idlibê di kampan de dikişînin û wiha got: "Ev komele û rêxistin alîkariya koçberên Sûrî yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene, çi li herêmên Idlibê be yan jî herêmên dîtir nakin. Berovajî vê yekê destekeke mezin didin avakirina avahiyên mêtîngeriyê li ser xaka Efrînê û destekê didin komên çete yên ku niştecihên resen ên Efrînê koçber kirin. Ev dide diyarkirin ku ev rêxistin û komele bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in."

Di demekê de ku ewqas rêxistin hene ku ji bo guhertina demografiyaya Efrînê dixebitin, derdora 3 milyon koçberên li kampên Idlibê de rewşeke zehmet derbas dikin ku pêwîstiyan wan a lezgîn bi alîkariyên mirovî hene.

'Lİ HEMBERÎ VAN PLANAN DİVÊ XEBAT WERE KİRİN'

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku divê rêxistinên mirovî, komeleyên xêrxwaziyê û hiqûqa mafên mirovan, civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li hemberî planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk û alîgirên wê yên ji komeleyên îxwanî yên li Efrînê helwesteke xurt nîşan bidin û biryareke xurt bidin. Her wiha divê zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku Efrînê derkeve û şêniyên wê yên resen karibin ewle li herêmên xwe vegerin.

(eh)

ANHA