​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, koçberên Efrînê yên di kampên kantona Şehbayê de rûbirûyî rewşên jiyanê yên zehmet in. Ev 10 roj in koçber bê gaz in.

​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê
​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê
​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê
​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê
​​​​​​​Ambargoya giran a hikumeta Şamê û berxwedana koçberên Efrînê
8 nîsan, 2022   23:39
ŞEHBA-SÎPAN CÛDÎ

Hikumeta şamê di van demên dawî de ambargoya li dijî bi deh hezaran koçberên Efrînê yên li kamp û malên berwêrankirî de dijîn û bi deh hezaran welatiyên kantona Şehbayê girantir kiriye.

Hemwextî ambargoya li ser kantonê, hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye.

Ji 4 salan ve, bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên ketina kantona Şehbayê nahêlin madeyên xwarinê, pêdiviyên tenduristî û çandinî, her wiha sotemeniyê derbasî herêmê bibin. Di encamê de pêdiviyên welatiyên rojane tune ne, biha 4 qatî bilind bûn, ew jî heke were dîtin nexasim jî di meha Remezanê de.

Lê Rêveberiya Xweser hewl dide bi hemû derfetên xwe alîkariya welatiyên li kampan û malên berwêrankirî bike, lê ew alîkarî pêdiviyên rojane yên welatiyan dabîn nakin, di heman demê de civata navneteweyî û rêxistinên taybet bi mafên koçberan vê yekê paşguh dikin.

Di encama ambargoyê de ev çend roj in şêniyên di kampan de bê gaza malan in.

Koçberên li 5 kampên Şehba û navçeya Şêrawa di van çend rojên dawî bi taybet di meha Remezanê de rûbirûyî rewşên dijwar in, lê şênî hewl didin bi rêya êzingan barê ambargoyê sivik bikin.

Çêkirina xwarinê di hundirê konan de xeteriyê li ser jiyana koçberan çêdike, nexasim agir zû bi konan dikeve.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Selahedîn Bîlal ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji 4 salan ve ew ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê, di hundirê kampan de rûbirûyî rewşên zehmet in. Ji deh rojan ve gaz tune ye."

Selahedîn Bîlal ê ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî ku di kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a Şehbayê de bi cih bûye wiha anî ziman: "Ji 4 salan ve em di kampa Berxwedan de bi hêviya vegera li warên xwe li ber xwe didin, di heman demê de li hember siyasetên qirêj ên hikumeta Şamê ji ambargoya li dijî wan li ber xwe didin. Ji bo vegera li warên xwe em hemû zehmetiyan tehemûl dikin."

Bîlal destnîşan kir ku ji deh rojan ve tûpên gazê yên piraniya malbatên di hundirê kampê de vala bûne û ji ber tunebûna wê nikarin biguherin jî û wiha lê zêde kir: "Ji ber ambargoya giran  gaz tune ye û nikarin biguherin."

Bîlal da zanîn ku dema ew di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin, êzingan ji bo çêkirina xwarinê kom dikin, lê ev yek li ser welatiyên di kampê de xeteriyeke mezin çêdike.

Li ser berxwedana li hember ambargoyê Bîlal wiha pê de çû: "Berxwedana me li kantona Şehbayê berdewam e. Hikumeta Şamê çi dibe bila bike, em ji berxwedanê û îsrara vegera li Efrînê gav şûnde navêjin."

Selahedîn Bîlal bi domdarî got: "Hikumeta Şamê hewl dide bi rêya kiryarên qedexekirina derbaskirina madeyên xwarin û sotemeniyê ji kampan re berxwedana me bişikîne, li kêlek wê jî rêxistinên mirovî û yên têkildarî mafên koçberan li ser vê yekê bê deng in."

Hêzên hikumeta Şamê nahêlin ard derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ev 5 roj inşênî bê nan in.

Hikumeta Şamê bi hemû rê û rêbazan hewl dideraya giştî li hember rêveberiya li kantona Şehbayê sor bike da ku tevliheviya ewlehî li herêmê çêke, fitneyê derxe.

(fr)

ANHA