Li Tirbespî û Rimêlanê dayikên şehîdan agirê Newrozê dada

Dayikên şehîdan li Tirbespiyê û Rimêlanê agirê Newrozê dada. Her wiha destnîşan kirin ku yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama berdêl û fedakariyên zarokên wan in.

16 adar, 2022   13:30
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, dayikên şehîdan li navçeya Tirbespiyê agirê Newrozê dada.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li navçeya Tirbespiyê şahiyek ji dayikên şehîdan re li Hola Siyahî li dar xist.

Di şahiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Buşra Hisên axivî û bixêrhatina dayikên şehîdan kir. Her wiha diyar kir ku bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê pêk hatiye. Buşra destnîşan kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê, berhema têkilbûna xwîna şehîdan e.

Paşê nameya KCK’ê ya ji bo dayikên şehîdan û aştiyê hat xwendin. KCK`ê soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da. Her wiha banga xwedîderketina li rêgeza berxwedan û şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Dûre, xelat li dayikên şehîdan hatin belavkirin. Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê, dayikên şehîdan li qada holê agirê Newrozê dada.

RIMÊLAN

Di heman çarçoveyê de, Komeleya Emal a Mafên Mirovan û Jinan vê sibê ji malbatên şehîdan re yên ji navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs û Til Birakê li parka bajarokê Rimêlanê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de Koma Alanya ya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA