Mezlûm Ebdî û şandeyeke DYA’yê civînek li dar xist

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî îro bi şandeyeke DYA’yê re civiya. Her du aliyan geşedanên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û girîngiya ewlehiya herêmê nîqaş kirin.

Mezlûm Ebdî û şandeyeke DYA’yê civînek li dar xist
16 adar, 2022   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD), şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên Iraqê yê Amerîkayê Jennifer Gavito, gerînendeya dosyaya Sûriyê û Iraqê ya Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê Neteweyî Zahra Bell û nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl pêk hat.

Di civînê de şandeya DYA’yê, berdewamkirina hevkariyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê de destnîşan kir. Her wiha nêrînên xwe yên der barê geşedanên dawîn ên têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de, bi taybet piştî bûyerên girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, parve kirin.

Şandeyê xebat û fedakariyên QSD`ê silav kirin ku hewl dide girtîgehê ji nû ve kontrol bike û nehêle DAIŞ careke din plana xwe ya terorîst pêk bîne.

Li gorî nûçeya li ser malpera fermî ya navendê hatiye belavkirin, her du aliyan destnîşan kir ku DAIŞ hîna li ser herêmê bi giştî gef e. Her wiha rêbazên xurtkirina hevkariyê di gelek qadan de nîqaş kirin û pêwîstiya pêşxistina geşepêdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca sepandina ewlehiyê li herêmê destnîşan kirin.

Navendê diyar kir ku şandeya DYA’yê pêwîstiya berdewamkirina diyalogê di navbera aliyên Kurd ên li Sûriyê de teqez kiriye.

(şx)

ANHA