‘Li çiyayên Kurdistanê hîn jî çekên kîmyewî têne bikaranîn’

Partiyên Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û diyar kir ku li çiyayên Kurdistanê hê jî çekên kîmyewî têne bikaranîn.

‘Li çiyayên Kurdistanê hîn jî çekên kîmyewî têne bikaranîn’
16 adar, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên di nav Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, li Buroya Şewirê ya Navenda Giştî ya DBP'ê der barê 34'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê serokê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Komkujiya 16’ê Adara sala 1988'an komkujiya li ser paşeroja miletê Kurd bû. Ew êşa ku wê rojê li Kurdistanê rû da nayê jibîrkirin. Ev kerasetek bû deqeke reş di dîroka mirovahiyê de. Dîrokzanan nivîsandina rûdana wê rojê şerm dikirin, destê wan dilerize.

Di 16'ê Adara 1988'an de, 12 hezar Kurd ji alî hikûmeta Baas û Sedam Huseyîn ve li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev roj roja bîranîna komkujiyê ye ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de; li bajarên Kurdan, bi taybetî Helebçeyê pêk hatiye. Ên ku komkujiyê pêk anîn û bûn sebebê vê roja reş li hember têkoşîna gel a bi biryar têk çûn, dîrokê nîşanî me da ku bi komkujî; zext û zordariyê, ji bo demekê, têkoşîna azadiyê dikare bê tepisandin lê nikare bê astengkirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li himber Êzidiyan komkujî pêk anîn jî ev rastî tecrûbe kirin û bûn şirîkê têkçûyîna Sedam û rejîma Baasê. Ligel van tecrûbeyan ev zîhniyet, bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bi bikaranîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê didome. Sedemên girîng ên van êriş û komkujiyan ku di serdemên cuda yên dîrokê her tim derdikevin pêşiya me ji parçebûyina Kurdan e. Li hember van êrişan gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana bêhempa bû xwediyê gelek destketiyên girîng. Ji bo ku em van destketiyan biparêzin pêdiviya me bi avakirina yekitiya neteweyî heye.

Ji bo vê jî divê her partî, sazî û dezgehên Kurdan di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û barê yekîtiyê bidin ser milê xwe. Mebesta me ya sereke divê berjewendiyên neteweyî bin. Ji aliyê bîrdoziyê ve helbet di nav me Kurdan de cudahî hene, lê divê ev cudahî bibin pir rengiyên Kurdistanê û li hember yekîtiyê nebe asteng. Di vê serdemê de li ber çavên me şerekî hegomonîk diqewime. Weke her gav mexdûrê vî şerî jî dîsa gel in. Mirin, koçberî, zilm û zordariya li ser gelan a di vî şerî de careke din komkujiyên ku li Kurdistanê pêk hatine tîne bîra me. Bi hêviya ku aştiyeke mayinde li tevahiya cîhanê pêk were em careke din komkujiya Helebçeyê şermezar dikin û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Û em qet derfetê nadin ku êdî zarokên me weke zarokên li Helebçeyê bi bêhna sêva hilma xwe ya dawî dan û bi guleyên topan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê komkujiyê divê Kurd têkoşer bin da ku bêhna sêva li çiyayên Kurdistanê nêrgizan şîn bike û dengê topên wê rojê bizîvirîne dengê sirûda azadiya Kurdistanê."