Ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ li Çilaxa 16 hezar îmze hatin komkirin

Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ 16 hezar û 284 îmze hatin komkirin.

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ li Çilaxa 16 hezar îmze hatin komkirin
16 adar, 2022   12:14
QAMIŞLO

Di 12`ê Çileyê de li Qamişloyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ew tev li hemleya derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” dibe. Her wiha diyar kiribû ku ji bo hemleyê dê çalakiyên domdar li sazî û rêxistinan li dar bixe û îmzeyan kom bike.

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) îro bi daxuyaniyekê encamên hemleya li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê eşkere kirin. Endama rêveber a Nivîsgeha PYD`ê ya li navçeyê Fatme Meşel daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya hemleya derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê”, gelek çalakî li Çilaxa hatin organîzekirin.

Di encama serdanên 53 gundên navçeyê de 16 hezar û 284 îmze hatin komkirin.

Em bang dikin ku ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê têkoşîn were mezinkirin. Ji ber ku ev partî ji bo pêkanîna jiyana hebeş, biratiya gelan, azadî û wekheviyê tê dikoşe.”

(şx)

ANHA