Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞ`î û zarokên wan radestî Swêdê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 jin tevî 2 zarokên wan ên ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê radestî şandeyeke Swêdê kirin.

Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞ`î û zarokên wan radestî Swêdê kirin
Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞ`î û zarokên wan radestî Swêdê kirin
Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞ`î û zarokên wan radestî Swêdê kirin
Rêveberiya Xweser 2 jinên DAIŞ`î û zarokên wan radestî Swêdê kirin
16 adar, 2022   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Swêdê bi serokatiya balyoz Frederic Florn û cîgira wî Christine Hedenberg di 14'ê Adarê de gihaştin navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê.

Şande ji aliyê hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer, berpirsa beşa Ewropayê Şîwaz Xelîl û berpirsa Nivîsgeha Pêwendiyan a YPJ'ê Lane Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewşa herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.

Ebdulkerîm Omer got: "Êrişa dawîn a çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Hesekê, bû sedema şehîdbûna bi dehan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), xebatkarên girtîgehê û sivîlan. Operasyon berfireh û tevlihev bû û bi mehan ji aliyê daîreyên îstixbaratê ve li derveyî sînor hatibû amadekirin. Bi taybet Tirkiyê bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina aramiya herêmê û bi vî awayî zindîkirina DAIŞ'ê û kontrolkirina Hesekê û herêmên din."

Balyoz Frederic Florn jî got: "Em careke din spasiya xwe ji bo fedakariya Rêveberiya Xweser û gelên herêmê tînin ziman. Me li ser mijarên girîng ên di warê ewlehî, mirovî û rêyên têkoşîna li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gotûbêj kirin. Em piştgiriya xwe ya berdewam ji bo Rêveberiya Xweser di têkoşîna li dijî terorê de piştrast dikin."

Di dawiya hevdîtinê de, li gorî belgeyeke fermî ya radestkirinê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Siwêdê de 2 jin tevî 2 zarokên wan ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê, radestî şandeyê hatin kirin.

(dx)