​​​​​​​Ewropa hewl dide piştgiriya Ukraynayê zêde bike

Serokê Ukraynayê ragihand ku welatê wî amade ye garantiyên ewlehiyê ji hêzên rojavayî qebûl bike. Tê payîn ku lûtkeya awarte ya NATO`yê ya têkildarî krîza li Ukraynayê 24`ê vê mehê li Brukselê li dar bikeve. Her wiha lûtkeya serokên YE`yê jî dê li dar bikeve.  

​​​​​​​Ewropa hewl dide piştgiriya Ukraynayê zêde bike
16 adar, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê duh anîbû ziman ku hîn jî hewcedariya rewşê bi demê heye, da ku biryarên ji bo Ukraynayê baş in, bidin. Zelensky got Ukrayna amade ye garantiyên ewlehiyê yên dewletên rojavayî qebûl bike.

Lê ev yek serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn razî nake, îsbata vê yekê jî daxuyaniya piştî civîna duh a bi serokê Konseya Ewropayê Charles Michel re ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Pûtîn di van diyalogan de daye zanîn ku Kîev têkildarî çareseriyên her du alî pê razî bin, tu pabendî diyar nekirine.

Moskov pêşbîn dike ku endamtiya Ukraynayê di Yekitiya Ewropayê de, tê wateya gefxwarinê û li ser vê yekê banga ku tev lê nebe, kir.

Tê payîn ku îro Rûsya û Ukrayna careke din li hev bicivin, da ku dawî li tevgerên leşkerî bînin.

Her wiha tê payîn ku îro serokê Amerîkayê Jeo Biden diyar bike ku ew ê 800 milyon dolarî ji Ukraynayê re bişîne.

LÛTKEYA AWARTE YA NATO’YÊ

Hêzên rojavayî û NATO pêşbîn dikin ku der barê rewşa Ukraynayê de ji nû ve yekitî û pabendiyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Tê payîn ku 24`ê vê mehê li Brukselê lûtkeyeke awarte ya NATO`yê li dar bikeve û tê de rewşa Ukraynayê were nîqaşkirin, her wiha lûtkeya serokên Yekitiya Ewropayê (YE) jî li dar bikeve.

Koşka Spî daxuyand ku ew ê lûtke bi beşdariya Biden li dar bikeve da ku pabendiyên DYA`yê yên têkildarî hevalbendên xwe di hemû rewşan de zelal bike.

Rojava û NATO`yê leşker ji bo alîkariya Ukraynayê neşandine, lê cezayên tund li ser Rûsyayê birîn.

Moskovê jî ceza li ser serokê Amerîkayê û her wiha gelek endamên hikumetên Amerîka û Kanadayê birîn.

Rûsya dixwaze projeya biryara “mirovî" pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê bike û muhtemel e sibe bikeve dengdayînê.

(eh)