Ji bo şehîd Ehmed Hemo û Hisên Hebaq merasîmeke hate  lidarxistin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeya şehîd Ehmed Hemo li goristana Şehîd Dicle veşart. Di mersîmê de nasnameya şehîd Hisên Hebaq hate ragihandin.

Ji bo şehîd Ehmed Hemo û Hisên Hebaq merasîmeke hate  lidarxistin
Ji bo şehîd Ehmed Hemo û Hisên Hebaq merasîmeke hate  lidarxistin
Ji bo şehîd Ehmed Hemo û Hisên Hebaq merasîmeke hate  lidarxistin
9 îlon, 2021   20:30
KOBANÊ

Şervanê QSD'ê Hisên Hebaq (Hisên) 18`ê Tebaxa derbasbûyî dema bi erka xwe ya leşkerî radibû ji ber berqezayeke trafîkê, li navçeya Sirînê gihaşt asta şehadetê. Şervanê Erka Xweparastinê Ehmed Hemo (Ehmed Kobanê) 8`ê Îlonê li bajarê Reqayê di ava Firatê de xeniqî.

/ar/uploads/files/2021/09/09/192631_aadl-sayd.webp

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê her du şehîdan bûn. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ve li goristana Şehîd Dicle hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Adil Seîd axivî û got: "Li dijî gel û destkeftiyên me ku bi saya şehîdan me bi dest xistine, êriş hene. Ev destkeftî berhemên kenda şehîdan in. Ji lew re divê em parastina van destkeftiyên bikin."

/ar/uploads/files/2021/09/09/192605_samr-hbaq.webp

Endamê Komeleya Çerkes a li bajarê Minbicê Samir Hebaq axivî û ev tişt got: "Em li vir bi serbilindî sekinîne, ji ber ku di vê goristanê de li kêleka hevalên xwe yê ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên me yên ji pêkhateya Çerkes hene. Em soza şopandina rêya şehîdên xwe yên di oxira azadiya gelên xwe de canê xwe feda kir, didin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Şehîd Ehmed Hemo li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin, lê şehîd Hisên Hebaq berî niha li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hate veşartin.

 (eh)

ANHA