Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan-4

Şîroveyên têkildarî rewşa Efganistanê ya piştî serweriya tevgera Talîbanê berdewam dikin. Pêşbaziyeke navneteweyî û herêmî heye da ku valahiya piştî vekişîna Amerîkayê dagirin. Gelo dê heya kengî azara gelê Efgan berdewam bike û çareserî çi ye?

Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan-4
10 îlon, 2021   05:33
NAVENDA NÛÇEYAN

EFGANISTAN WERKÎ BERÊ VEDIGERE..XILASÎ DI KU DERÊ DE YE?

Piştî 20 salan ji şerê li dijî Talîbanê, Amerîkayê di encama lihevkirineke li gel Talîbanê de hêzên xwe ji Efganistanê vekişandin. Bêyî ku berdêlên ku gelê Efgan di vî şerî de dane li ber çavan bigirin, rewş vegeriya mîna beriya şer. Bi vekişînê re Talîban a ku sala 2001'an ji ser desthilatê hatibû rakirin, dîsa dest datîne ser desthilata Efganistanê.

Têkildarî vê yekê lêkolînerê komên îslamî û têkoşîna li dijî terorê Mistefa Emîn got: "Vegera Talîbanê texmînkirî bû, lê ya netexmînkirî vegera wê ya bilez bû. Li gorî hemû pisporan her tim axaftin li ser vegera Talîbanê di 2 salan an zêdetir de li ser desthilata Efganistanê hebûn. Lê tu kesî texmîn nekir ku Efganistan ji nişka ve hilweşe û Talîban dest deyne ser tevahî beşên Efganistanê ji bilî herêma Pencşîrê."

TALÎBAN JI BERÊ VE POZÎSYONA XWE DIYAR KIRIBÛ

Li ser sedemên vekişîna hêzên Amerîkayê, Emîn wiha domand: "Amerîka di şerê li Efganistanê de lêçûneke mezin a aborî xerc kir, vê yekê hişt ku vê gavê biavêje, bêyî ku kaxezan  li hundirê Efganistanê li gorî tê xwestin, xizmeta berjewendiyên xwe saz bike. Ji ber vê yekê desthilata Efganistanê bi lez hilweşiya. Lê diyar e ku Efganistan ji destpêka diyalogên bi DYA'yê re sala 2015'an, xwe ji vê re amade dikir."

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Brownê, lêçûnên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo pevçûnên li Efganistanê heya 2020'an,  di nav de fonên leşkerî û jinûavakirinê li Efganistan û Pakistanê 978 milyar dolar e.

Emîn diyar kir ku Talîbanê bi rêya tora hevalbendên ji eşîrên efganî, torek ji etnîkên li Efganistanê û axaftina li ser ku vegera wê dê bi ewle be, her wiha bi piştevaniya rayedarên di nav hikumeta efganî de rewşa xwe saz kir û wiha pê de çû: " Van toran dihişt ku Talîban bilez vegere. Ev jî piştrast dike ku Talîban derbasî şerên leşkerî yên mezin nebû. Ji bilî çend wîlayetan, hemû wîlayet bêyî şer hin rêvebiriya xwe radestî tevgera Talîban dikirin. Ev şaştiyeke eşkere ya Amerîka ye. Şaştî di nirxandina stratejîk a ajansên Amerîkî de piştî vekişîna wan e, her wiha şaştiyek di nirxandina karîna Talîban de ye ku talîban bikaribe van tifaqên dilsoziyê û kontrolkirina bi lez a Efganistanê pêk bîne. Rêveberiya Amerîka berdêla şaştiya xwe da, nemaze çalakiya terorîstî ya ku hêzên wê li balafirgehê kir hedef."

Mistefa Emîn bal kişand ser rewşa navxweyî ya Efganistanê û wiha axivî: "Gelê efgan bi xwezaya xwe de gelekî bi ol ve girêdayî ye û Tevgera Talîbanê sûdê ji vê yekê digire. DYA'yê di dirêjahiya 20 salan de kesayetên efganî hedef girt, lê bi awayekî rast xwe negihand bingeha mirovên efganî yê ku bi gelek tevgerên olî, etnîkî û eşîrtî ve girêdayî bû. Vê yekî hişt ku bandora emperyalîzma amerîkî û siyaseta navneteweyî ne mezin be û bû sedema vê hilweşînê."

Li ser helwesta Çîn û Rûsya an ku "Bloka rojhilatî" lêkolîner Emîn ev tişt got:  "Efganistan ber bi wê ve diçe. Helwesta Rusya zelal e ku qala rûniştina li hember Talîbanê dike, ji bo aliyên Çînê, di navbera her du aliyan de serdan hene. Her wiha rengek pêbaweriya nenivîsandî heye û heman tişt ji bo aloziyên herêmî û Pakistanê ye. Ji ver vê yekî Talîban zêdetir ber bi bloka rojhilatî ve biçe ku dê bi awayekî eşkere bandorê li Amerîkiyan bike.

Li beramberî vê, Amerîka piştî çalakiya terorî ya li balafirgeha Kabulê mijar çareser kir û ji bo destwerdana ewlehî û leşkerî ya sînorkirî li Efganistanê derfet û cih da xwe ku bi rengek ku zirarê nede berjewendiyên wê. Di encama vê yekê de; ev dê ji Talîbanê re krîzeke din di warê ewlehiyê de çêbike, ji ber ku ew nikare ewlehiyê pêk bîne. Di rayedeya yekemîn ji ber DAIŞ`a wîlayeta Xerasanê û komên girêdayî wê, Talîban ket vê rewşa telihev ku nikare ewlehiyê biparêze. ji ber wê wê nakokî bi wîlayeta Xerasan bi taybet li başûr û rojava bifireh bibe. Ev dê li ser tevgerê bibe fatoreke fişarê."

TIRKIYE SÛDÊ JÊ WERDIGIRE

Lêkolîner Mistefa Emîn bi berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser rol û helwesta Tirkiyê derbarê Efganistanê de û wiha axivî: "Tirkiyê wê bi awayekî mezin sûdê wergirbe, dê têkiliyên xurt bi Efganistanê re ava bike ku niha bi rêvebirina balafirgehê dest pê kir. Tirkiyê ji komên olî yên wezîfedarkirî yên li tevahî cîhanê sûdê digire, ji ber ku dirûşma ku rêxistineke îslamî ye û dewleteke mezin mîna Tirkiyê hildide Dibe ku Tirkiyê îtîrafê bi hikumeta Talîbanê bike. her wiha axaftin li ser tevakariyên berfireh hene ku dikevin xizmeta Tirkiyê û Qeterê."

Têkildar helwesta Pakistanê, Emîn destnîşan kir ku Pakistan cîraneke girîng ê Efganistanê ye û Talîban wê wekî berdewama tevgera xwe dibîne, her wiha hesabên mezn ên Pakistanê li Efganistanê hene.

SENARYOYEKE XIRAB; PÊŞEROJEKE GEŞ NÎN E

Li ser rêveçûna xeta pêşketinan, Emîn got, dibe senaryoya li Efganistanê kirêtîktir bibe û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dibe ku şer di erdîngariya Efganistanê de derkeve, bi taybet bi hevbendiya bakur a bi serkêşiya Ehmed Şah Mesûdê. Her wiha DAIŞ'ê heye dibe ku çalakiyên xwe berfireh bike û hewl dide dest deyne ser cografiyeke nû. Dîsa jî pirsgirêkên girêdayî îdeolojiya tevgerê yên girêdayî jin, çand, huner û perwerde hene ku rojavayî bi fikar dikin.

Ji wê zêdetir, Talîban her tim teqez dike ku ewê li gorî mentiqê nêrîna tevgera îslamî nêzî mijarên civakî, çandî û olî bibe. Lê ev nêzîkatî ji aliyê rojavayî ve nayê qebûlkirin, ji ber ku tevger di pêvajoya rêvebirina Efganistanê di salên 1996'an heya 2001'an de xwedî nêzîkatiyên tundaw bû. Ev mijar fikaran li ser pêşeroja Efganistanê dike.

 

Tenê bandorek dê hebe ger tevgera Talîban dîsa komên terorîst, nemaze El-Qaîde hembêz bike û wan bi rengekî an awayek zindî bike. Ruxmî ku Talîban, El-Qaîdeyê û fermandarên wê kontrol dike, nîşaneya wê yekê jî ku El-Qaîde derbarê Talîban de tu daxuyanî, şîrove yan jî alîgirî nedan. Heger Efganistan bibe navenda rêxistina El Qaîde jî ez difikirim ku ew ê ji bo cîhanê fikareke mezin çêke. Dibe ku kesên ji Efganistanê derketin, dîsa lê vegerin. "

Emîn di dawiyê de got: "Pêşerojê Efganistanê ne geş e, meyla wê heya asteke mezin ber bi tarîbûnê ve ye."

QURBANIYÊN ŞER

Di encamên şer û nakokiyên hêzên cîhanê de diyar dibe ku xema hêzên cîhanê tenê berjewendiyên wan in.

Li gorî lêkolînên Zanîngeha Brawn, windahiyên hêzên ewlehiyê yên Efganistanê gihaşt derdora 69 hezarî, hejmara sivîl û leşkerên hatine kuştin gihaşt derdora 51 hezarî.

Her wiha ji destpêka 2001'an ve zêdetirî 3 hezar û 500 leşkerên hêzên koalîsyonê  hatin kuştin ku piraniya wan amerîkî ne û zêdetirî 20 hezar leşkerên amerîkî birîndar bûn.

Li gorî NY’yê li cîhanê  ji aliyê hejmara penaberan ve Efganistan di rêza sêyemîn de ye.

Ji 2001'an ve derdora 5 milyon mirov reviyane û nikarin vegerin warên xwe. Hin di hundirê Efganistanê de koçber bûne û hinek din berê xwe daye welatên derdorê.

ÇARESERÎ

Di 20 salên şer û hewldanên DYA'yê yên hilweşandina hikumeta Talîbanê de, dewlet hilweşiya lê Talîban hilneweşiya. Her wiha hêzên Amerîkayê sîstemeke siyasî ya nû li ser bingehê ku her kes jê razî be, ava nekir. Lê hikumet ava kirin ku nikare hema çend saetan jî li ber xwe bide

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Li herêm û dayika nîştiman a şaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, ji her alî ve û eşkere nîşan dide ku parvekirina desthilatdarî û netwedewletê bi bin ketiye. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe dispêrin hiyarerşiyên rehên wan kûr û netewedewletên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Efganistanê anîne xwarê û vebirî nîşan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in û dîsa ji her alî ve li pêş çavan raxistiye ku ew çavkaniya şîdet, teror, şer û tevkujiyê ne. Netewedewlet û parvekirina desthilatdariyê mîna topeşeqê (bûmerang) vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tiştek jê nayê û ev rastî jî têra xwe piştrast bûye.

Tevî ku sîstema hegemonîk hêza xwe hemû bi kar anî, restorasyona rejîmên monarşîk li Ewropayê di demên 1815-1830’î de cih negirt, bi vî awayî xebatên jinûve restorekirina netewedewletên li Iraq û Efganistanê jî bi ser nakevin. "

Her wiha rêber Abdullah Ocalan dibêje neetwedewletparêziya Efganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine tengasiyê. Şerên sedsala dawîn ên netewedewletê belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de dibêje: "Dewletên bi hêza leşker û polîsan li ser pêyan hatin girtin, kengî hêza hegemonîk desteka xwe ji wan kişand, di rojekê de hilweşiyan."

Hikumeta Efganistanê mehekê li hemberî Talîbanê li ber xwe neda, Talîban heya beriya ku leşkerî dawî yê amerîkî vekişe, dest danî ser welat.

Li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ne tenê li Efganistanê, rêber Abdullah Ocalan vî tiştî dibêje: "Teoriya neteweya demokratîk hêmana sereke ya çareserker a modernîteya demokratîk e. Ji bilî teoriya neteweya demokratîk teoriyeke din nîn e li dijî teoriya netewedewletê ya modernîteya kapîtalîst civaka mirovahiya gerdûnî mîna serjêkeran hûrhûrî kirî, civakê ji nû ve bigihîne hev û di nava azadiyê de li cem hev bigire."

ANHA