Li Şehba li gel ambargoya giran amadekariyên sala nû ya perwerdeyê

Ambargoya li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin bandorê li warê perwerde dike, ji ber vê yekê ji zêdetirî 3 salan ve, xwendekar û mamoste bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin.

Li Şehba li gel ambargoya giran amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
10 îlon, 2021   04:17
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bandorê li gelek qadan dike. Ên herî zêde ji vê ambargoyê bi bandor dibin jî xwendekar û mamoste ne.

Îsal ji ber ambargoyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê gelek zehmetiyan dikişînin. 12`yê Îlonê wê dibistan deriyên xwe ji bo 16 hezar xwendekarî vekin.

Ji ber ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê kesên derbasî kantona Şehbayê dibin kontrol dikin, xwendekar an jî mamoste nikarin pirtûkan derbasî kantonê bikin.

Di vî warî de endama Koordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê Hena Kalo ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber ku pirtûk ne li ber destê xwendekaran in, di aliyê xweperwerdekirinê de kêmasî derdikevin. Xwendekar nikarin li waneyên ku birine, vegerin.”

Li gorî Hena ne tenê xwendekar, di heman demê de mamoste jî ji ber tunebûna pirtûkan zehmetiyan dikişînin.

Hena wiha domand: “Mijûlbûnek wisa, pir demê dixwaze. Di encama tunebûna pirtûkan de, meteryalên ku têne dayîn tên kurtkirin. Mînak hinek beşên pirtûkê nayên dayîn an jî mamoste nikare têra xwe waneyê şîrove bike. Di her du rewşan de xwendekar bûne qurbaniyên siyasetên kirêt ên li dijî herêmê.”

Li aliyekî din jî pirsgirêka sotemenî jî nemaze ku zivistan nêzîk bûye yek ji zehmetiyên herî girîng e ku îsal rastî warê perwerdeyê tê.

Desteyê hewl da sotemeniyê peyda bike lê miqdara ku hatiye peydakirin têra mehekê ye û ev jî bi xwe re çarenûsa xwendekarên seretayî bi xeteriyê re rû bi rû dihêle.

Hena di vî warî de got: “Tunebûna mazotê, pirsgirêka herî girîng e ku li pêşiya desteyê dibe asteng. Hikumeta Şamê herêma Şehbayê xistiye nava dorpêçê. Bedena xwendekarên biçûk sermayê tehemûl nake û nikare li ber sermaya li herêmê li ber xwe bidin.”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê ji ber ku rewşa aborî ya piraniya koçberan ne baş e, pêdiviyên perwerdeyê bê pere li xwendekaran belav dike. Lê bi dijwarbûna dorpêçê re dê deste nikaribe heta pêdiviyên dibistanê jî peyda bike.

Li hemberî zehmetiyên ku me li jor bi bîr xistin, 850 mamoste amade ne ku pêşwaziya xwendekaran bikin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ru62W2se8z4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>