Bavê gerîlayê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye revandin li aqûbeta kurê xwe pirsî

Bavê gerîlayekî ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin got, armanca revandina gerîlayan têkbirina hewldanên avakirina yekitiya Kurdan e û bang li PDK'ê kir ku aqûbeta gerîlayan revandî diyar bike.

Bavê gerîlayê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye revandin li aqûbeta kurê xwe pirsî
9 tebax, 2021   01:57
HESEKÊ

Dewleta Tirk piştî ku di 14`ê Sibata borî de li herêma Garê têk çû, ji 23`yê Nîsana borî ve bi dijwarî êrişên dagirkirin û qirkirinê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê didomîne, di van êrişan çekên qedexekirî bi kar tîne. Di 5`ê Hezîrana borî de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku bi hezeran sivîl lê dijîn bomebebaran kir.

Li hemberî êrişên dagirkirinê, gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaneke bêhempa raber dikin.

26`ê Tîrmeha borî 3 gerîlayên HPG'ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê rastî êrişekê hêzên PDK`ê ve hate.

Hesen Şerîf bavê gerîla Dijwar Berxwedan ê ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye revandin diyar kir ku kurê wî Dijwar beriya 4 salan ji bo parastina xaka Kurdistanê tev li HPG'ê bû.

Hesen Şerîf wiha domand: "Beriya hefteyekê me bihîst ku kurê min û 2 gerîlayên din ji aliyê hêzên girêdayî PDK`ê ve hatine revandin. Gerîla parastina xaka xwe dikin, lê hêzên PDK`ê wan direvîne."

Şerîf got, armanca revandina gerîlayan ew e ku hewldanên avakirina yekitiya Kurdan a ku hêviya her Kurdekî ye têk bibe.

Hesen Şerîf di dawiyê de bang li PDK`ê û Mesûd Barzanî kir ku aqûbeta gerîlayên revandî diyar bike.

(bx)

ANHA