ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2021
8 tebax, 2021   23:00

- Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Xelîl Ebdo sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî pêk tînin û siyaseta li wir dimeşînin, wekî planên ji bo vejandina timayên Împaratoriya Osmanî li Sûriyê bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de, gelek sûc li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn û 37 kes revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Şedadê diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê garantiye serkeftina projeya Rêveberiya Xweser e ya bûye mînak û xwestekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Bavê gerîlayekî ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatiye revandin got, armanca revandina gerîlayan têkbirina hewldanên avakirina yekitiya Kurdan e û bang li PDK'ê kir ku aqûbeta gerîlayan revandî diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo bang li PDK`ê kir ku çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen eşkere bike û di zûtirîn demê de wî serbest berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Pirsporekî Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî got, têkbirina mayînde ya çeteyên DAIŞ`ê bi destekdayîna naventeweyî ji Rêveberiya Xweser re û rêgirtina li êrişên dewleta Tirk ku têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ`ê asteng dike ve, girêdayî ye.

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber kêmbûna berhemê îsal li gorî salên borî, şêniyên Minbic û Kobanê îsal beriya wextê destê bi çinîna fisteqên helebî kir. Li Şehbayê jî ji ber ambaroyê û kêmbûna baranê cotkaran gelek xisar dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA