Erebistana Siûdî cezayê 15 sal girtîgeh li nûnerekî Hemasê birî

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku dozgeriya Erebistana Siûdî li dijî nûnerê Tevgera Hemasê yê berê yê li Siûdiyê Mihemed El-Xidirî cezayê 15 salan a ragirtinê birî û li dijî kurî wê jî 3 sala cezaya ragirtinê birî. Ev ceza li ser paşxaneya komkirina alîkariyan hat birîn.

Erebistana Siûdî cezayê 15 sal girtîgeh li nûnerekî Hemasê birî
8 tebax, 2021   20:47
XEZA

Serokê Komîteya Girtiyên Urdinî ya li Erebistana Siûdî Xidir El-Meşayix da zanîn ku heta niha cezayên hatine birîn li dijî 69 urdinî û filistînî ne. Cezayên wan bi dema 22 salan e û hin ji wan jî dê werin berdan.

Erebistana Siûdî di destpêka 2019’an de nêzî 60 urdinî û filistînî yên niştecihên Siûdiyê bûne bi tawana "pêşkêşkirina alîkariyên darayî ji komên Filistînê re" girtine. Her wiha Komên Filistînê, jê jî Tevgera Hemasê ji Erebistana Siûdî xwestibû ku girtiyan serbest berde.

Têkildarî mijarê, Tevgera Hemasê bi rêya daxuyaniyekê hêrs û matmayîna xwe ji cezayan nîşan da û bang li Siûdiyê kir ku girtiyan serbest berde.

Li aliyekî din jî Tevgera Cîhad El-Îslamî hemleya cezayên tund û bê ser û ber ên li dijî gelek welatiyên filistînî yên li Erebistana Siûdî dimînin şermezar kir.

(fr)