Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn

​​​​​​​Malbenda Heleb a Rewşenbîrî semînerek bi sernavê" Kelepûra gelê Kurd û folklore nasnameya welat" da û tê de diyar kir ku wêjeya gelê Kurd bi rêya nameya xwe ya mirovane di jiyana gelan de roleke diyarker lîst û mîrateya Kurdan bi hezkirin, rastî, wefedarî û exlaqê pak wesif kir.

Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn
Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn
Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn
Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn
Li Helebê semînerek li ser kelepûra gelê Kurd hate dayîn
8 tebax, 2021   20:58
HELEB

Semîner li navenda Malbenda Heleb a Rewşenbîr ya li rojhilatê taxê bi beşdariya bi dehan hunermend, rewşenbîr, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dar ket.

KELEPÛRA GELEKÎ NASNAMEYA NETEWEYÎ YE

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê Mihemed Elî behsa kelepûra gelan kir û got: "Ew yek ji girîngtirîn nîşaneyên nasnameya neteweyî ya gelan e. Kelepûra kurdî jî rastiya çand û taybetmendiyên kesayeta kurdî îfade dike."

Elî da zanîn ku çand û kelepûr îşaretê bi bawerî û bendên gelan jî dike û gencîneke dewlemend a zexm e ya dîroka pêşketin, mezinbûn û zanebûnê  wan  e û wiha domand:" Ji lewma gelan stranên gelerî ku ji serdemekê derbasbûyî serdemeke din bûye wekî veguhestina adad û tecrûbeyên wan ên jiyanê û çandê tê naskirin, ji ber ku ev hêsantirîn rêbazê veguhestina kelepûr a ji çîneke gelerî ber bi çîneke din ve ye."

TÊGEHA FOLKOR E

Elî têkildarî pênaseya têgeha folkolr diyar kir ku ew têgeheke û di sedsala 19`an de ji aliyê zanyarê arkolok ê îngilîzî James William Thomas ve hatiye danîn û dûvre hemû zanyarên din wekî têgeh bi kar anîn.

Elî got: "Beriya em folklore û cureyên wê bidin nasîn, divê em wateya wê diyar bikin ku ew jî têgeheke ji du gotinan pêk tê, ya yekemîn Folk ku tê wateya gel û ya duyemîn jî lor jî tê wateya komeke ji zanist û tecrûbeyan û zanyaran û afirandinên ku gelekî diyar afirandine."

Mihemed Elî destnîşan kir ku gelê Efrînê di veguhestina çîrokan û wêjeya devokî de roleke girîng lîst.

ꞌDIVÊ EM PARASTINA KELEPÛRA  XWE BIKINꞌ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs axivî û behsa efsaneya stranên kurdî û pêşketina wê kir û got, pêşkêşkirina hunermendan yek ji hîmên bingehîn ê ku parastina kelepûrê ji wendabûnê kir û têgehên nû û kevn  li zimanê kurdî zêde kir.

Şêxmûs navê çend hunermendan rêz kir, ji wan hunermend Ibrame Terko yê ji gundê Kordan ku di sala  1881`ê de li gundê Ceqlê ji dayîk bûye û gelek hunermend li ser destên wî mezin  bûn, ji wan Ebdurehman Umer ê ku bi navê Bavê Selah tê naskirin.

DENGBÊJIN GELERÎ

Di berdewama semînerê de Remzî Şêxmûs behsa hin hunermendên stranên gelerî kir, ji wan Umer Cemlo, Ebdurehamn Umer (Bavê Selah), Mihemed Elî Tico û Abrama Tirko .

ꞌBI KOÇKIRINA MEZINAN RÊWÎTÎ BI DAWÎ NEBÛꞌ

Remzî Şêxmûs da zanîn ku rêwîtiya strana kelepûrî yan jî efsûnî bi koçkirina mezinan bi dawî nebû  û got: "Lê belê berdewam kir û ji nifşekî derbasî nifşekî din bû ku ew jî stranbêj Mihemed Welîd ku bi strana Şêx Seîd û Derwêşê Evdî hate naskirin, her wiha Ehmedê Xanê û Elî Dawûd."

Di dawiya semînerê de nîqaşên li ser mijaran hate kirin û beşdaran soza parastina kelepûr û çandê Kurdan û pêşxistina wê ya ji nifşekî ber bi nifşekî da.

(eh)

ANHA