Peker dîsa dozên gendeliyê û sextekirinê yên hikumeta Erdogan eşkere kirin

Serokê mafya yê Tirk Sedat Peker careke din dosyayên biguman û yên neqanûnî yên hikumeta AKP`ê eşkere kirin.

Peker dîsa dozên gendeliyê û sextekirinê yên hikumeta Erdogan eşkere kirin
9 tebax, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê mafya yê Tirk Sedat Peker dîsa kete rojevê û li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir ku parlamenterekî berê yê AKP`ê yê bi navê Burhan Kuzu ji karmendekî tiba şerî xwestiye ku li ser sûcdarekî binuxmîne û raporeke sexte amade bike.

Li gorî malpera El-Eyn, ji belgeyên ku Peker weşandiye diyar dibe ku Kuzu girîngiyeke mezin daye vê mijarê û ji bo amadekirina raporeke sexte pere dane karmend. Her wiha Peker piştrast kir ku haya Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu ji vê bûyerê heye.

Peker diyar kir ku kesekî dewlemend ê nêzî wezîrê Soylu pere daye wî bijîşkî da ku kurê xwe ji vê dozê xilas bike. Ji ber ku rapora tiba şerî tenê dikare kesê tawanbar ji girtîgehê xilas bike.

Sextekirina raporên tiba şerî ji bo rizgarkirina tawanbarên nêzî rejîma Tirkiyê, zêdetirî carekê durbare bûne. Di nav de dosyeke girêayî parlamanterê AKP`ê Tolga Agar e, ku bi tecawizkirin û kuştina du keçikên bi navên Yeldana Qehreman û Êlîn Tşakîr tê tawanbarkirin.

Peker her wiha eşkere kir ku serokê daîreya peywendiya ya serokatiya komarê Fahurdin Altun dayîna krediyan ji banka hikumetê ji komên biguman re, hêsan kiriye.

Peker destnîşan kir ku agahiya komeke biguman ji pirsgirêkên parlamenter Burhan Kuzu hene, ji ber wê jê xwestine ku bi bankê re biaxive da ku 20 heta 30 milyon lîreyên tirk wekî kredî bidin wan, yan jî dê sûcên wî eşkere bikin.

Ji ber wê Kuzu ji Altun xwest ku bibe navbeynkar da ku krediyan bide wê koma biguman.

Peker eşkere kir ku li ser daxwaza mafyayê Kuzu careke din destek ji Altun xwestiye da ku belgeyeke fermî derxîne ji bo ku parçeyeke erd ji welatiyekî tirk vekişîne û radestî komeke biguman bike.

 (şx)