Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyên dewleta Tirk li herêmên "bêçek" topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kir
12 tîrmeh, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê gundên Hemîmat, Qeston a Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran kir, Di encamê de sivîl birîndar bûn û gelek zirar çêbûn.

Ji aliyekî din ve, hêzên hikumeta Şamê gundên Sermaniyê û Ziyare ya gundewarên bakur rojavayî Hemayê û Kensefra, Fitêra û hin baregehên li çiyayê Zawiyê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarokê Barê de, sivîlek hat kuştin.

(dm)