Şêniyên Firatê sersaxî ji malbata şehîd Ebû Feqîr re xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbata yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Mihemed Hisên (Ebû Feqîr) re xwest.

Şêniyên Firatê sersaxî ji malbata şehîd Ebû Feqîr re xwestin
12 tîrmeh, 2021   10:24
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û endamên PYD`ê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ebû Feqîr bûn. Merasîma sersaxiyê li navenda bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala Ebû  Feqîr hatiye dayîn.

/ar/uploads/files/2021/07/12/095232_ahmd-shykhw.webp

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê a Herêma Firatê Ehmed Şêxo di merasîma bîranînê de got: "Em kesayeta welatparêz şehîd Ebû Feqîr ku dev ji mal û malbata xwe ji bo xizmeta gel berda bû û em rojên wî yên zehmet di destpêka avakirina rêveberiyê û tevgerê de, bi bîr tînin."

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku Ebû Feqîr şehîd tevahî gel e û divê rêya wî were şopandin.

/ar/uploads/files/2021/07/12/095253_mstfa-iytw.webp

Paşê Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto axivî û diyar kir ku Ebû Feqîr hemû jiyana xwe dabû xebat û xizmeta gel.

Ebû Feqîr di 10`ê Tîrmehê de di yek ji nexweşxaneyên bajarê Minbicê de di encama nexweşiyekê de, gihîşt asta şehadetê.

Duh li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê şehîd Mihemed Hisên Kîko (Ebû Feqîr) ku yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê û yek ji damezrînerên wê bû, hate oxirkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ouGQLVzB8GE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>