El-Monitor: Li gel dorpêça hikumeta Şamê, li Derayê nîşaneyên aloziyeke mirovî

Piştî ku hin endamên berê yên qaşo “Artêşa Azad a Sûriyê” qebûl nekirin ku çekên xwe yên sivik radest bikin, hêzên hikumeta Şamê, bi destekdayîna Rûsyayê 11 hezar malbatên sûrî yên li taxên Dera El-Beled ya başûrê welêt dorpêç dike.

El-Monitor: Li gel dorpêça hikumeta Şamê, li Derayê nîşaneyên aloziyeke mirovî
12 tîrmeh, 2021   10:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke malpera “El-Monitor” a Amerîkayê, li sûkên Dera El-Beled ya başûrê Sûriyê madeyên sereke û kelûpelên cuda û di nav de derman, sotememî, nan û ava vexwarinê, kêm in. Li aliyekî din jî nirxê buhayan bi rêjeyeke mezin bilind bûye û ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê ji nîvê Hezîranê ve û heta niha ferz dike, kehrebe ji ser şêniyan hatiye birîn.

Hêzên hikumeta di 24`ê Hezîranê de dest bi dorpêçkirina taxên Dera El-Beled kiriye. Piştî ku şêniyan daxwaza polîsên leşkerî ya Rûsya ya radestkirina 200 çekên sivik û 20 çekên BKC, qebûl nekir, rêyên ku wan taxa bi bajarê Derayê ve girê didin hatin girtin.

Endamê komîteya navendî ya Derayê Ednan Misalima di 26`ê Hezîranê de li ser hesabê xwe yê facebookê wiha got: “Girtina dergehan û ferzkirina dorpêçê ji sûcên şer e ku qanûna navneteweyî ceza dike.”

2`ê Tîrmehê jî hin aktîvîstên herêmî li taxên Dera El-Beled a dorpêçkirî, li dijî dorpêçê xwepêşandanek li dar xistin.

Ji aliyê xwe ve, hikumeta Şamê dibêje ku ew Dera El-Beled dorpêç nakin.

Aktîvîst Rebîi Ebû Nebût ê ji Dera El-Beled ji “El-Monitor” re got hêzên rejîmê dorpêçeke giran li ser taxên Dera El-Beled ferz dike û wan ji taxên din qut dike. Her wiha diyar kir ku tenê rêyek heye û li ser wê rêyê nuqteyeke kontrolê ya rejîmê heye û nahêle ku xelk derbas be, ewlehiya leşkerî ku berpirsiyara wire guleyan diavêje her kesê ku hewl dide nêzî bibe.

Şêniyekî Dera El-Beled ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji “El-Monitor” re wiha got: “Nirxê madeyên xwarinê û kelûpelan zêde bûne. Lîtreya benzînê ji 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê biqasî hezar lîreyên Sûriyê zêde bû.”

Şêniyê ji Dera El-Beled wiha li axaftina xwe zêde kir: “Berê av her hefteyê du caran bi  saetan digihişt mala me. Niha ava vexwarinê her 8 rojan carekê tê û dirêj nake. Her wiha kehrebe bi temamî ji ser taxên Dera El-Beled hatiye birîn. Em rastî cezeyekî komî tên. Ger rewş wiha dewam bike, dê gelek madeyên xwarinê, derman û şîrê zarokan xilas bibin.”

(cx)