Bi hevkariya şaredarî û gel hawîrdoreke paqij û bi tendurist ava dibe

Paqijî yek ji girîngtirîn faktor e ku di havînê de belavbûna nexweşiyan bi sînor dike û bi hevkariya şaredariyê, meclisa tenduristiyê û gel, hawîrdorek paqij tê afirandin.

Bi hevkariya şaredarî û gel hawîrdoreke paqij û bi tendurist ava dibe
12 tîrmeh, 2021   09:10
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Hemwextî germahiya bilind, bijîşk dibêjin ku divê mirov saetên zêde li ber germê nesekine û divê mirov girîngiyê bide paqijiya kesayetî û giştî.

Li bajarê Qamişlo ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di 10'ê Tîrmehê de li gorî rewşa hewayê, pileya germê 47 bû.

Tevî bilindbûna germahiyê, nexweşiyên bakteriyel û nexweşiyên din, di encama avêtina bêserûber a çopê de belav bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/12/085008_qam-cand-28229.webp

Şaredariyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyên paqijiyê ava kirin, ev komîte karê xwe bi rengekî asayî di nav hefteyê de dimeşînin, lê hin welatî gotin ev komîte ji bo avakirina hawîrdorek paqij têr nake. Her wiha banga girîngiya hevkariyê di navbera şaredarî, gel û komîteyên tenduristiyê de kirin ji bo afirandina hawîrdorek paqij û bê nexweşî.

/ar/uploads/files/2021/07/12/084519_mhmwd-yasyn.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd Yasîn, ji navçeya Tirbespiyê diyar kir ku tenê rola şaredariyê têrê nake ku belavbûna nexweşiyan sînordar bike û bang li welatiyan kir ku bi komîteyên paqijiyê re hevkar bin û girîngiyê bidin paqijiya avahiyên giştî û paqijiya kesayetî da ku hawîrdorek paqij çêbibe.

/ar/uploads/files/2021/07/12/084033_ahmd-alhsyn-.webp

Têkildarî heman mijarê, welatiyê bi navê Ehmed El-Hisên destnîşan kir ku paqijî erka her kesekî ye û banga hevkariyê kir da ku hawîrdorek paqij ava bibe, ji mal de dest bike heya navendên giştî.

Şaredariyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi destpêka damezrandina xwe re beşek mezin ji xebata xwe ji bo paqijiyê veqetand da ku ev komîte rojane derkevin ji bo paqijiya kolanên sereke yên li bajaran û navendên giştî.

/ar/uploads/files/2021/07/12/084137_khlyl-bysy_1.webp

Serokê komîteya paqijiyê a Şredariya Gel a li navçeya Tirbespiyê, Xelîl Bêsî diyar kir ku komîteyên paqijiyê ji saetên sibehê ve diçin kolanên sereke û kolanên taxan, piştre rojane dest bi paqijkirina dezgehên giştî li navçeyê dikin.

Xelîl Bêsî, bang li gel kir ku hevkariyê bi şaredariyê re bikin û dema ku erebe derbas dibin qirêjiyê navêjin avahiyên giştî û kêleka rê, her wiha piştrast kir ku bi hevkariya şaredarî û gel re, dê karibin hawîrdorek paqij û bi tendurist biafirînin.

CIHÊN TEYBET JI BO AVÊTINA ÇOPÊ

/ar/uploads/files/2021/07/12/084328_abas-mhmd.webp

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê yê navçeya Tirbespiyê, Ebas Mihemed diyar kir ku girîngî dayîna paqijiya kesayetî û ya giştî erka hemû endamên civakê ye ku belavkirina nexweşiyan bi sînordar dike.

Mihemed bang li gel kir ku bi şaredariyên gel re hevkar bin, qirêjiyê bixin cihê wê yên taybet ên ku şaredariyên gel li sûkan û taxan bi cih kirine.

(dx)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PioyBzdYNBg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>