Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi vîrusa koroneyê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 78 kes bi vîrusa koroneyê (Covid-19) ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi vîrusa koroneyê ketin
27 adar, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koroneyê ketine, 46 mêr in û 32 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 19

Qamişlo: 34

Dêrik: 11

Girkê Legê: 2

Rimêlan: 1

Til Temir: 2

Dêrazor: 6

Şehba: 3

Mistefa piştrast kir ku tenê yek kesê ku berê bi korona ketibû jî baş bûye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyan hejmara pêketiyên koroneyê gihaşt 9 hezar û 570 kesî, ji wan 366 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 291 kes jî baş bûne.

(dx)

ANHA