Di êrişên li ser Til Temirê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek hate rûxandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êrişî gundên Rîhaniyê û Dirdara yên Til Temir kiribûn, Meclisa Til Temir a Leşkerî jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dabû êrişan.

Di êrişên li ser Til Temirê de 3 çete hatin kuştin û erebeyek hate rûxandin
27 adar, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh êrişî gundên Rîhaniyê û Dirdara yên navçeya Til Temir kirin, Meclisa Til Temir a Leşkerî jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û êrişên wan têk birin.

Çavkanî da zanîn ku di encama êrişan 3 çeteyên dagirkeriya Tirk hatine kuştin û erebeyeke leşkerî hê hate rûxandin.

ANHA