`Armanca komploya navneteweyî çewisandina nasnameya gelan e`

Endamên PYD`ê ya navçeya Şedadê diyar kir ku komploger ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan armanc dikin ku projeya neteweya demokratîk tune bikin û gelan biçewsînin.

`Armanca komploya navneteweyî çewisandina nasnameya gelan e`
17 sibat, 2021   07:25
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Di 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bi tevlêbûna gelek dewletan ji bo pêkanîna armancên siyasî û aborî, dîl hate girtin.

Ji dema dîlgirtinê ve û heta niha, desthilata Tirk li ber çavên cîhanê, tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzer û malbatê li ser wî qedexe dike.

Endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê Fadil El-Hisên ji ANHA`yê re axivî û got: “Armanca lihevkirina navneteweyî û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, têkbirina projeya neteweya demokratîk, sînordarkirina fikirê azad, çewisandina nasnameyên gelan û mayîn wê di bin kontrola dewletên kapîtalîst de ye.”

El-Hisên wiha domand: “Dewleta Tirk roja dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, rojek dîrokî bi nav kir ku wê projeya wî ya demokratîk tune kir. Lê ew bi bin ket. Rast e Ocalan dîl hatiye girtin, lê fikirê wî her ku diçe belav dibe.” 

El-Hisên bi bîr xist ku gelên herêmê roja dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan rojek reş bi nav dikin lê têkoşîna xwe ji bo bidawîkirina tecrîdê didomînin. El-Hisên diyar kir ku projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û isbata wê jî, Rêveberiya Xweser a ku li ser bingeha biratiya gelan ava bûye.

El-Hisên wiha berdewam kir: “Êrişên dewleta Tirk û zextên li ser herêmê dê vîna me ji bo pêkanîna armanca xeta ku rêber Ocalan daye destpêkirin, neşkîne.”

Ji aliyê xwe ve Endama PYD`ê Fatima El-Hilu da xuyakirin ku komplo li dijî vîna gelên azadîxwaz û vîna jinên azad e û wiha domand: “Em dê berxwedana xwe bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.”

Fatima îşaretpê kir ku komplo xelekek ji rêzekomployên navneteweyî yên li dijî gelên herêmê ye.

Fatme bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

`RÊBER OCALAN HÊZ DA JINÊN TEVAHIYA PÊKHATEYAN`

Têkildarî heman mijarê Endama PYD`ê Nûr El-Seîd diyar kir ku komplogeran ji komployê armanc kir ku vîna jinên azad bişkînin, lê rêber Ocalan hêz da jinên tevahiya pêkhateyan.

Nûr di dawiyê de got: “Em bang li Meclisa Mafên Mirovan a NY, rêxistina Efû ya Navneteweyî, Yekitiya Ewropayê (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikin ku bi lez mudaxele bikin û dewleta Tirk neçar bikin ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yp5CV6MFs_M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>