Jin: Serkeftina Garê sembola serfiraziyê ye

Jinan berxwedana dîrokî ya lehangane ya gerîlayên HPG’ê li Garê, pîroz kir û got: "Gerîla bazên azadiyê û şagirtên rêber Ocalan in. Gerîla hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker têk birin. Berxwedana Garê bû berxwedana dîrokî ya bêhempa."

Jin: Serkeftina Garê sembola serfiraziyê ye
17 sibat, 2021   07:18
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê vê Sibatê de êrişeke berfireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê pêk anî, gerîlayên HPG’ê bersiveke mezin da van êrişan û berxwedaneke dîrokî pêk anî, derbên giran li dagirkeriya Tirk xist û neçarî vekişînê kir.

Gel êrişa li dijî herêma Garê şemezar kir û bi serkeftina gerîlayên HPG’ê li hember dewleta Tirk a dagirker kêfxweş bû û da zanîn ku ew berxwedan, berxwedaneke dîrokî ye û dewleta Tirk a dagirker ji bîr nake.

Têkildarî mijarê, jinên ji Qamişlo axivîn. Îlham Şêxmûs Şêxê berxwedana qehreman a ku HPG’ê raber kiriye pîroz kir û wiha got: "Em wek dayik, piştevaniya ciwanên xwe yên gerîla dikin û bang dikin ku li dora gerîla bicivin. Berxwedana leheng a ku HPG’ê pêk aniye serfiraziyeke mezin û ji tevan re îsbat kir ku Kurd ne pariyekî hêsan ji mêtîngeriyê re ye û berjewendiyên mêtîngeran û komployên wan nagihînin miradên xwe."

Îlham wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji demeke dirêj ve şerê gelê Kurd dike û gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk aniye, bi hezaran şehîd xistiye, tevî wê jî gelê Kurd dev ji doza xwe bernedaye."

Îlham Şêxmûs Şêxê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dayikên gerîla her tim ji bo ciwan û doza xwe amade ne. Divê tevahî kurdên welatparêz li dora berxwedana gerîla bicivin û li dijî sûcên dewleta Tirk xwepêşandanan li dar bixin."

Li aliyekî din jî Rodîn Îsa ya ji taxa Qidorbeg e diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca temamkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan êriş herêma Garê kir, lê belê bazên azadiyê û şagirtên rêber Abdullah Ocalan tevahî hewldanên wê yên dagirkirinê têk birin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Rodîn Îsa wiha gotina xwe berdewam kir: "Gerîla di dirêjahiya demê de û bi rêya serhildan û berxwedanên dîrokî yên ku pêk anîne re, sepand ku ew parastina gel dike û ji bo rizgarkirina gel ji zilm, bindestî û koletiyê heye. Bo nimûne, çûna gerîla li Şengalê ji bo rizgarkirina şêniyên wê ji çeteyên DAIŞ’ê û beşdariya wê di rizgarkirina Kobanê de û hwd li herêmên dîtir."

Hêvî Seyid da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di demeke berê de êrişî herêma Heftanîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê belê bi berxwedaneke leheng rû bi rû ma. Lê di vê dawiyê de jî êrişî çiyayên Garê kir û dîsa jî bi bin ket.

Hêvî Seyid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî herêmên Kurd dike, da ku hebûna gelê Kurd qir bike, di her êrişeke xwe de tevahî çekên giran bi kar tîne.

Hêvî Seyid di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi şehîd, rêgezên xwe, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, ji lew re li dijî wî hemû hêzên navneteweyî bûne yek û nikarin vîn û hêza wî têk bibin.

Hêvî Seyid serkeftina gerîlayan a li Garê bi rojeke dîrokî û nîşanya serbilindî ji her kurdekî/ê re re bi nav kir û wiha domand: "Gerîlayên qehreman berjewendiyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê têk birin. Ev serkeftin bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, fedekariyên şehîdên me, vîna gerîlayên HPG’ê pêk hat."

Li dawiyê jî, Necah Silêman Seîd kêfxweşiya xwe ya der barê serkeftina gerîla de nîşan da û wiha got: "Dîrok xwe dubare dike, çawa gerîla li Zapê bi ser ket û zirareke mezin gihand dewleta Tirk a dagirker, li Garê jî tevahî derfetên kêm ên di destê gerîla de, bi vîn û berxwedaneke mezin bi ser ketin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PE1czrSObVI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>