Komplo berdewam e û berxwedana Kurdan hesabên komplogeran serûbin kirin

Gelê Kurd li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ev yek piştrast dike ku komplo negihişt armanca xwe ku Kurdan û tevgera wan di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de tune bike.

Komplo berdewam e û berxwedana Kurdan hesabên komplogeran serûbin kirin
17 sibat, 2021   07:54
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de dest pê kir, hîna bi rêbazên cuda bi yek armancî li dijî gelê Kurd û tevgera rizgariya Kurdistanê berdewam e.

Bertekên gelê Kurd piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de, hesabên dewleta Tirk serobin kirin ku komplogeran hêvî dikir bi dîlgirtina wî re agirê şoreşê vemirîne. Lê berxwedana gelê Kurd yekemîn nîşaneya têkbirina Komploya Navneteweyî bû.

DESTPÊKA BINKETINÊ

Şoreşa ku rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, mîna ku dewleta Tirk û komplogeran plan dikir, ranewestî. Ji lew re dewleta Tirk careke din plan danîn da ku bi rêbazên cuda komploya daye destpêkirin, temam bike.

Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê armanc jê ew e ku rê nedin ku perspektîfên rêber Abdullah Ocalan bigihêjîn Kurdan ku fikrên wî wek rêyeke xilasiyê ji xwe re kirine bingeh.

Rêber Abdullah Ocalan odaya girtîgehê ya biçûk a li Îmraliyê veguherandiye dibistaneke felsefîk. Ji wir, şoreşa Kurdan a li derve bi rêve bir. Kurdên serhildêr ên şopdarên rêya wî, li du hev serkeftin bi dest xistin. Bi wan serkeftinan re, doza Kurd bû dozeke navneteweyî û cihek di qada siyasî ya li Rojhilata Navîn de girt. 

Di heman demê de komplogeran di serî de dewleta Tirk ji van serkeftinan aciz bûn, lewra tecrîdek li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kir û dest bi plankirina beşên din ên komployê kir.

PLANA DAGIRKIRINA KURDISTANÊ

Piştî ku komplo bi bin ket, dewleta Tirk berê xwe da şoreşgerên Kurd ku wan tune bike û Kurdistanê dagir bike.

Ji bo pêkanîna wê planê, dewleta Tirk li dû hev êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê kir û herêmên fireh jê dagir kirin. Lê berxwedana gerîlayan ku li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne, rê nedan ku dewleta Tirk çi dixwaze pêk bîne. Berxwedaneke xurt raber kirin û planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê asteng kirin.

Herî dawî jî, li çiyayên Garê piştî 4 rojan ji destpêkirina êrişê, dewleta Tirk a dagirker bi bin ket û neçar man kuvekişin.

Li rex wê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek herêmên Sûriyê dagir kirin mîna Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek sûcên û komkujî li dijî şêniyên resen ên wan herêman pêk anîn. Her wiha demografiya wê bi rêya koçberkirina şêniyên resen ên Kurd û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, pêk anî.

Li aliyekî din êrişên wê li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava berdewam in. Lê dîsa jî rastî berxwedaneke destanî ji hêla şervanên Kurd ve tê. Gelê Kurd jî li hemberî wan sûcan û êrişan bi lidarxisitna çalakiyên cuda, çi li Kurdistanê yan jî li derve, tê dikoşe.

‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE’

Der barê mijarê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman got: “Komplogeran ji Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan armanc dikir ku gelê Kurd û her kesê azadîxwaz tune bikin. Ocalan wek rêberê mirovahiyê hat naskirin. Lewra em dibêjin komplo, li dijî tevahiya gelên azadîxwaz e.”

Silêman wiha domand: “Komplo heta niha berdewam e, lê bi rêbazên cuda. Tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan yek ji wan rêbazan e ku jê armanc dikin fikrê wî yê ku ji bo aloziyên Rojhilata Navîn çare ye, ji gelan dûr bixin.”

Silêman destnîşan kir ku pergalên faşîst bawer kirin ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dê vîna gelan bişkînin û agirê berxwedanê vemirînin, lê gel têkoşîna xwe li hemberî wan pergalan domand û li ber xwe da.

Her wiha Silêman diyar kir ku ruxmî tevahiya rêbazên komploya ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, lê gelê Kurd li ber xwe dide, çi di girtîgehan de bi rêya li darxistina girevên birçîbûnê ji hêla girtiyên Kurd ve, yan jî çalakiyên ku gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî wê li dar dixin û wiha domand: "Di heman demê de, berxwedana gerîla li herêmên Parastinê yên Medyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker."

Silêman piştrast kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe armanc dike, gelê Kurd û tevahiya gelên azadîxwaz û demokrat tune bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin. Herî dawî di destpêka Kanûnê de li Kobanê çalakiya konvedanê ji bo piştgiriya girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd ku ji bo rakirina tecrîdê dane dest pê kirin, li dar xist.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NgFtJQMa5SU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>