‘Em girîngiyê didin amadekirina meteryalên ku di aliyê navneteweyî de bê pejirandin’

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ji karên pêşekî yên desteyê ew e ku di sala 2021`an li hemû herêman metiryalekî hevbeş amade bike û mamosteyên pispor amade bikin.

‘Em girîngiyê didin amadekirina meteryalên ku di aliyê navneteweyî de bê pejirandin’
2 sibat, 2021   03:28
REQA-XALID EL-CUMA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldana serxistina qada perwerdeyê ya 2020`an kir. Di xebatên perwerdeyê yên par de gelek zehmetî derketin, ji wan; vîrusa korona û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 18`ê Çileya derbasbûyî li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ket, rewşa perwerdeyê ya li herêmê hate nîqaşkirin. Encamên vê civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Tê de hate destnîşankirin ku ew ê piştgiriyê bidin qada perwerde û perwerdeya bilind, dibistanan sererast bikin û dibistanên nû ava bikin, metiryalan bikin yek û pirtûkên dibistanan peyda bikin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Mişrif diyar kir ku di pêvajoya sala 2020`an a perwerdeyê de gelek zehmetî derketin, ji wan dagirkirina herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve ku di encama wê de şêniyên wê ji malên xwe koçberî herêmên derdorê bûn.

Receb El-Mişrif têkildarî plansaziya 2021`an û awayê derbaskirina astengên ku pê re rû bi rû mane axivî.

ꞌARTÊŞA TIRK A DAGIRKER XWENDEKAR KOÇBER KIRꞌ

El-Mişrif da zanîn ku koçberkirina şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî bandoreke neynî li qada perwerdeyê kir, ji ber hejmara xwendekarên li Cizîrê, Hesekê û Reqayê zêdetir bû, her wiha li herêmên din jî ku koçber li dibistanan bi cih kirin zehmetî derket û piştre koçber li kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirin, hatin bicihkirin.

El-Mişrif got, ji bo xwendekarên koçber perwerdeya xwe temam bikin, dewam kir 3 dan.

ꞌKORONA KARESAT BÛ, XWENDEKARAN BI ONLINÊ PERWERDEYA BERDEWAM KIRꞌ

El-Mişrif destnîşan kir ku pandemiya vîrusa koronayê bandoreke neyinî li qada perwerdeyê kir û diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Adar heta Cotmeha 2020'a de perwerde hate sekinandin.

Hevesrokê Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Mişrif axaftina xwe wiha dewam kir:"Ev dem wekî karesetekê bû, ji ber ku xwendekar ji mafê perwerdeyê yê werza duyemîn bê par ma. Lê me karî bi rêya Online bibin bersiv û xwendekaran perwerdeya xwe berdewam bikin."

El-Mişrif bal kişand ser perwerdeya bi rêya Onlinê û got, perwerdeya li malê wekî ya li dibistanê fikir bi pêş naxe, ji ber ku perwerdeya li dibistanê rihê pêşbaziyê di navbera xwendekaran de diafirîne û bêhtir fêr dibin. El-Mişrif got: "Rexmî van astengiyan me dikarî gavan bi pêş de bavêjin."

El-Mişrif her wiha îşaret bi pirsgirêkên ku li pêşiya perwerdeyê derketin û got: " Ji astengiyên ku pêşberî qada perwerdeyê ya li herêmê derketin, pirsgirêka metiryalan bû. Ji ber ku li herêmên Rêveberiya Xweser heta niha 3 metiryal hene ew jî li Minbicê metiryalên hikumeta Şamê û li Reqayê, Tebqa û Dêrazorê jî metiryalên ji UNICEF`ê hatine pêşkêşkirin û li herêmên Cizîrê û Firatê metiryalê Rêveberiya Xwerser e."

ꞌPLANÊN 2021`Ê, YA HERÎ GIRÎNG AMADEKIRIAN METIRYALÊN KU DI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ DE BÊ PEJIRANDIN Eꞌ

Têkildarî plansaziya sala nû ya perwerdeyê Receb El-Mişrif wiha domand: "Ji girîntirîn planên sala nû ya perwerdeyê, dê xebat li ser yekkirina metiryalan were kirin, ku xwedî pîvanên navneteweyî be û li gorî zanîna nûjen a perwerdehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser be. Her wiha em ê komîteyan ji hemû biranşên perwerdeyê û pisporên pewerdeyê yên di asta bilind de ava bikin, da ku vî meteryalî saz bike. Em ê hewl bidin ku ji aliyê NY`ê û UNICEF`ê bên pejirandin.”

Di 2021`an de dê mamosteyên me yên hemû biranşan; bîrkarî, fîzîk, kîmya, zimanê erebî, zimanê kurdî hebin û dê li hemû dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser werin belavkirin."

Li herêmên Rêveberiya Xweser derdora 900 hezar xwendekar hene û li derdora 5 hezar dibistanan hatine belavkirin. Der barê vê yekê Receb El-Mişrif got: "Ev hejmar ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê re desteka manewî ye, dema ku em banga îtîrafê li NY`yê UNICEF`ê dikin, ji ber ku ev hejmar ne hindik e û mafê wan e perwerdeyê heye."

Hevesrokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê wiha axaftina xwe domand: "Li  herêmên Rêveberiya Xweser 40 hezar mamoste hene û di pêvajoya sala 2021`ê û 2022`an de, em ê zêdetirî 6 hezar mamosteyên pispor û mamosteyan refan ên hemû biranşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin."

'DÊ DIBISTANÊN NÛ WERIN AVAKIRIN'

Receb El-Mişrif diyar kir  ku ew ê îsal li herêmên ku pêwîstiya wan bi distanan hene dibistanên nû ava bikin û wiha pê de çû: "Mîna Reqayê, Dêrazorê û Kobanê ji ber dibistanên wan ji ber êrişan hatine wêrankirin û hejmara xwendekarên li herêmên Cizîrê û Firatê zêde ye. Her wiha em ê li van herêman dibistanan ava bikin û li gorî hewcedariyê zexta li ser dibistanan sivik bikin."

ꞌEM Ê XEBATA XWE BERDEWAM BIKINꞌ

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Mişrif wiha gotinên xwe bi dawî kir:"Em ê bi hemû komîteyên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta perwerdeyê pêş bixin û em ji mamoste û xwendekarên xwe bawer in ku ew ê pêş bikevin."

(eh)

ANHA