Beşdarên komxebata hiqûqî banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Beşdarên Komxebata Hiquqî ya Duyemîn got, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên herî hovane li dijî jinan pêk tînin û bang li tevgerên jinan kir ku der barê van sûcan tedbîran bigirin, ji ber ku jin bingeha hevgirtina civakê ye.

Beşdarên komxebata hiqûqî banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
2 sibat, 2021   05:28
QAMIŞLO

Komxebata Hiquqî ya Duyemîn a têkildarî sûcên li Efrînê dagirkirî pêk tên, di 30`yê Çileyê de li bajarê Qamişloyê li dar ket. Komxebat bi însiyatîfa Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistinên Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê û Rêxistinên Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê hate lidarxistin. Zêdetirî 150 delegeyên ji hundir û derveyî Sûriyê tev li komxebatê bûn.

/kr/uploads/files/2021/02/01/213135_-.webp

Têkildarî komxebatê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ANHA'yê re axivî û got:"Rêveberiya Xweser ji bo belgekirin û eşkerekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne, kar û xebatê dike çi ji aliyê çalakiyan be û çi jî ji aliyê hişyarkirina gelê li Şehbayê dimînin û asta berxwedana wan bilind dikin. Her wiha li dijî siyaseta ku dewleta Tirk xebatê dike, ji bo bala civaka navneteweyî bikişîne ser rewşa Efrînê panel, komxebat û diyalogan li dar dixin û aliyên demokratîxwaz qezenc dikin."

NUQTEYA DESTPÊKIRINÊ

Têkildarî lidarxistina komxebatan, Şîraz Hemo diyar kir ku der barê belgekirina sûcên ku li Efrînê pêk tên gelek komxebat li dar ketin û tê gihêştin ku ev komxebat nuqteya destpêka ya ji bo zextê li civaka navneteweyî bike da ku dozan bigihînin dadgehên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan.

Şîraz Hemo her wiha got, dema jin têne hedefgirtin rasterast destkeftiyên ku bi dest xistine têne hedefgirtin û wiha gotina xwe dewam kir:"Em dizanin ku li Efrînê bi rêya sazî û nûnertiya jinan a di rêveberiyê de, jinan isbata vîna xwe ya azad kir."

ŞIKANDINA VÎNA JINAN

Şîraz Hemo di berdewamiya gotina xwe de ev xalên li jêrê rêz kirin:"Têkildarî siyaseta ku Erdogan, şikandina vîna jinan şikandina vîna civakê ye. Erdogan ji bo pêkanîna dagirkeriyê vê yekê bingeh digire, sûcên li Efrînê li dijî jinan pêk tê her tiştî zelal dike û ev sûc ne wîjdan û ne jî aqilê mirovan radike. "

Şîraz destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di îşkencekirina jinan de û pêkanîna sûcên li dijî mafên jinan de rêbazên cuda didin meşandin, çi destdirêjiya komî be û çi jî koletiya zayendî be, revandin, qetilkirin û îşkence be. Şîraz Hemo got, divê tevgerên jinan têkildarî van sûcan tedbîran bigirin, ji ber jin bingeha hevgirtina civakê ye.

DAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo bidawîkirina sûcên li dijî jinan, divê destpêkê dawî li dagirkeriyê were, ne tenê li Efrînê, lê belê divê li hemû herêmên Sûriyê dagirkerî were bidawîkirin û got: "Bidawîkirina dagirkeriyê gaveke sereke ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û vegeran koçberan li herêmên xwe bi garantiya navneteweyî."

ROJ BI ROJ SÛC ZÊDETIR DIBIN

/kr/uploads/files/2021/02/01/213204_-2.webp

Li aliyekî din jî Endama Komîteya Amadekar a Komxebata Hiqûqî û Hevseroka Meclisa Adaleta Civakî ya herêma Cizîrê Parêzer Aynûr Başa diyar kir ku di Komxebata Hiqûqî ya Yekemîn de ku 2018`an li dar ket, platformek ji bo belgekirina hemû sûcên li hundirê Efrînê têne kirin, hate avakirin, da ku dozan amade bike û ji aliyên peywendîdar re bişîne û hesab ji daigirkeriya Tirk re bixwazin.

Aynûr di berdewamiya gotina xwe destnîşan kir ku hin doz ji dadgeha navneteweyî ya taybet bi mafên mirovan re hate şandin, lê hatin redkirin, ji ber ku divê destpêkê ji dadgehên dewleta Tirk re hatiba şandin û piştre li dadgehên navneteweyî were vekirin.

Aynûr Başa eşkere kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker ku roj bi roj li Efrînê û Şehbayê zêde dibin û gelek sûc hatin belgekirin û wiha dom da axaftina xwe: "Herêmên navborî têne topbarankirin û di encamê de sivîl birîndar dibin û têne qetilkirin, nexasim jin û zarok. Di heman demê de li hundirê Efrînê sûcên li dijî jinan pêk tên zêdetir dibin; zarokan bi zorê didin zewicandin û direvînin û çarenûsa hin jinan heta vê kêliyê ne diyar e.

BELGEKIRINA SÛCAN Û JI CIVAKA NAVNETEWEYÎ RE PÊŞKÊŞ BIKIN

Aynûr Başa got: "Karê ku heta niha me hatiye kirin tenê belgekirin, ji ber ku negihaştine rêbazekî ku van dosyan bigihînin aliyên peywendîdar. Sedema vê yekê ji qanûn û pîvanên navneteweyî ne û awayên hesabxwestina ji aliyên sûcar e. Sûriyê û dewleta Tirk li ser sîstema bingehîn a dadgeha cezayan a navneteweyî îmze nekirine, ji ber vê yekê zehmetî di pêkaîna van qanûnan li ser Tirkiyê hene."

Aynûr axaftina xwe wiha bi dawî kir :"Saziyên hiqûqî sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne belge dike û dema derfet çêbibin dê ji aliyên peywendîdar re bişîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uFmb0AR7gGA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>