Mîrasa kişika Rojhilata Navîn ji Biden re ma

Mîrasa kişika Rojhilata Navîn ji Biden re ma
2 sibat, 2021   02:23
NAVENDA NÛÇEYAN

DR. THOREAU REDCROW-TAYBET A ANHA`YÊ YE

Mîrasa herêma Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryayê Spî ya parçebûyî û gelek dewletên bi nakok û nearam dê ji rêveberiya Biden re bimîne. Ev herêm ji ber şerên bi rêya wekîlan, timayên împeryalîst, pêşbirka olî ya taifî, tolhildana etnîkî û cihên jeosiyasî wêran bûne.

Di encamên xalên ku me li jor bi bîr xistin de, koalîsyonên nû yên neragihandî bi "Dostên rojavayî" re hatin avakirin; dewletên ku berê bi nakok bûn, li ser qada kişikê dibin yek. Parçeyên Qiral û Qiralîçe ji Koşka Spî heta Kremlinê, ji Elysee ya Parisê heta qesra serokatiyê ya li Enqereyê rêz bû.

Li gorî pêşbiniyan, li herêmê di hişê hemûyan de pirsek digere, gelo serokatiya Joe Biden ji bo wan tê çi wateyê? Pirsên girêdayî stratejiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên niha dê ji yên serok Trump cudatir bin an na?

Di dema ku Trump siyaseteke derve ya ne li gorî siyasetê Amerîkayê ya hertim, meşandiye, ji pêkanîna berjewendiyên xwe li Stenbolê bigire heta bigihêje xeyalên mezinahiya ku ew tenê dikare “Aştiyê li Rojhilata Navîn” peyda bike û pêşeroja Îsraîlê bi rêya kuştina generalên Îranê misoger bike, Biden di gelek waran de nîşaneya vegera jiyana asayî derbarê hegemoya berê ya Amerîkayê de dide. Lê ruxmî wê jî cihê jeosiyasî ya herêmê ya ku ji Trump re wek mîras maye, ne mîna ku pêşiyê wî jê re hiştiye.

Cudahiya herî zelal jî ew e ku rêveberiya Trump rê da pergala Recep Tayyîp Erdogan a li Tirkiyê ku herêmê wek beşek ji firehkirina Osmaniya nû gur bike. Ji ber wê ev koalîsyon çêbûn. Mînak, di du salên borî de, ji ber dijminahiya Erdogan, gelek kêmneteweyên li herêmê ketin xeteriyê çi Kurd an jî Ermen an jî Asûr an jî Yewnan an jî Qibrisî yan jî Misrî yan jî Lîbyayî yan jî Siûdî yan jî Îmaratî û heta Fransî jî.

Helbet, mîna van peyvan û kirinên artêşa Tirk heman in, ku herêmên çiyayên Kurdistana Iraqê, gundên xiristiyan ên li nêzî Til Temirê topbaran kirin. Çeteyên Turkmen veguhestin Ezerbêcanê da ku êrişî Artsaxê bike. Ji bo gef li Yewnanistanê bixwe keştiyên leşkerî şandin Deryayê Spî. Desteka hikumeta Wîfaq a ajan li Terablusê kir. Bi zanabûn zeyta zeytûnê ya Efrîna dagirkirî talan kir.

Dewleta Tirk di pêvajoya Erdogan de nîva dawî ya serokatiya Trump têk bir ku çete şandin Awisturya da ku siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aslan bikujin. Her wiha mudexleya Lubnanê jî kir, Behrênê tawanbar kir, Somaliya dagir kir, çek ji Boko Haram a li Nîjeryayê re şand, li Idlibê El-Qaîde parast, rêveberên Hemasê yên ku dibêjin ew xwediyên Qudsê ne pêşwazî û hemêz dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî 300 hezar Kurd qir kir.

Niha jî li gel firehbûna qada hebûna leşkerên Tirk ji Balkanê bigire heta bigihêje Qeterê, hemwextî amadebûna pergala Erdogan ku ji Malî bigire heta bigihêje Keşmîrê mudexele bike, gelek dewletên li Rojhiata Navîn fêm kirin ku êdî dora wan tê.

SÊ KOALÎSYON LI SER HEGEMONY KETIN PÊŞBIRKÊ

Di encama wê de, 3 koalîsyonên sereke ji dewletan û komek ji 5 dewlelên ku ez wan bi “Joker” bi nav dikin ava bûn. Ruxmî ku tu navek fermî ji wan hêzan re tune ye, lê ji bo ku mijarê şîrove bikim ez ê wan bi Franko, Osmaniya Nû, Şîeya Tehranê bi nav bikim.

Koalîsyona Franko ji aliyê Fransa, Misir, Yewnanistan, Îmarat û Erebistana Siûdî ve tê birêvebirin. Di vê koalîsyonê de komek hevalbendên neragihandî hene. Di nav de rêveberiya Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Heftar, Komara Qibirsê, Ermenistan, Urdin, Behrên û Hindistan hene.

Dewleta Tirk jî bi finanskirina serkêşiya Osmaniya nû Qeterê dike. Lê Ezerbêcan, Pakistan, hikumeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz El-Serac, tevgera Talîban a Efganistanê, Kuwêt, Somaliya, Bengladêş, komek fireh ji dewletan û komên çekdar di nava vê koalsîyonê de cih digirin.

Ev komên çekdar ji komên mîna DAIŞ, El-Qaîde, Heyet Tehrîr El-Şam, komên îslamî yên sunnî mîna "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ku alîgirê dewleta Tirk e, Ehrar El-Şam, Ixwan Muslimîn, Hemas, milsîn etnîkî mîna komên Sultan Murad a Turkmen, Firqet El-Hemzat, Hizib Tirkistan a Îslamî ya Îgor, Ecnad Qoqaz ya Çeçenistan, Tugeya Îmam El-Buxarî ya Ozbekistan pêk tên. Ji van zêdetir, dewleta Tirk Gurên Boz ên faşîst ji bo tirsandinê li tevahiya rojavayê Ewropayê nexasim li Almanyayê bi kar tîne.

Koalîsyona Şîeya Tehranê jî ji hêla Îran û Pasdarên a Îsalmê (IRGC) ve tê birêvebirin. Lê ji Artêşa Sûriyê ya girêdayî  hikumeta Beşar Esed, Hêzên Heşid El-Şeibî ya Iraqê, Hizbullah a Lubnanê, Tevgera Hûsiyan a Yemenê, milsînê şîî yên Iraqê bi pêşengiya Hizbullah û oldar Muqteda El-Sadir û Ayatullah Elî El-Sistanî, milîsên şîî yên Efganistanê ku alîgirên El-Esed in (tugeya Fatîma) û milîsên şîî yên Pakistanê ku alîgirên Esed in (Tugeya Zeynebiyûn) pêk tê.

Ji bo "Joker" jî ji DYA, Brîtanya, Yekitiya Ewropayê (YE) bi serkêşiya Almanya, Îsraîl û Rûsyayê pêk tê. Ya ku mijarê girêktir dike ew e ku "Joker" gelek caran çekan difroşe dewletên koalîsyonên navborî. Li gorî sûdgirtinê û ji bo zaîfkirina koalîsyona ku li ser xwe tehdîd dibîne, bi wan koalîsyonên din re dide û distîne.

Mînak, dibe ku DYA`yê xwedî gelek aliyên çandî yên hevpar bi koalîsyona Frankoyê re ye, lê koalîsyona Osmaniya nû wek hêzeke bi wekîlan li dijî Şîeya Tehranê dibîne, her wiha NATO`yê wek kehelekê li hemberî Rûsya û Şîeya Tehranê dibîne. Mînak din, Brîtanyayê jî li ser asta siyasî bi Frankoyê re hevkar e, lê di heman demê de naxwaze ji Osmaniya nû dûr bikeve û ziyaneke diravî bighîne xwe.

Her wiha li şûna ku hevalbendê YE`yê be mîna Fransa û koalîsyona Frankoyê, YE`yê ya bi serkêşiya Almanya ji bo Osmaniya nû gelek girîng e. Ji ber ku Almanya sponserê aborî yê sereke yê dewleta Tirk e. Ji ber wê pirî caran sûcên li dijî mafên mirovan ên li Tirkiyê pêk tên paşguh dikin.

Endamên din ên YE`yê mîna Spanya, Îtalya, Mecer û Malta jî tev li wan bûn. Van dewletan nehiştin ku ceza li ser dewleta Tirk ferz bibin. Spanya bi vê yekê rabû, ji ber ku gelek deynên dewleta Tirk di nava bankên wê de hene ku digihêjin 81 milyon dolarî. Ew ditirsin ku heke hesab ji Enqereyê were xwestin dê di nava deynan de bimînin. Ev jî sedema pêkanîna YE`yê daxwazên Tirkiyê ruxmî ku wê bi mijara penaberan şantaj dike, diyar dike.  

Kaxiza "Joker" a Îsraîlê heta raydeyeke mezin li gorî xeta Amerîkayê ye. Lê Îsraîl pê dihese ku Şîeya Tehranê li ser hebûna wê xeter e. Lew ra ew amade ne bi koalîsyona Frankoyê û Osmaniya nû re kar bike da ku Şîeya Tehranê zaîf bike. Di encamê de siyaseteke rastbîn a şermok derdikeve. Lê Îsraîl ji bo zaîfkirina Esed anku Şîeya Tehranê wê xwe li aliya "Cîhadiyên" antî-Semîtîk ên li Sûriyê bibîne. Ev yek sedema frotina Îsraîlê dronên xwekuj ji Ezerbêcanê re ku di êrişa xwe de ya li dijî Artsaxê bi kar aniye şîrove dike. Îsraîl dixwaze vê têkiliya startejîk biparêze, ji bo ku heke di pêşerojê de bi Îranê re şer kir, wê bi kar bîne. Wek encam û bersivekê li dijî firehbûna dewleta Tirk ku her ku diçe mezintir dibe, dewletên ereb ên koalîsyona Frankoyê û berê dijberî Îsraîlê bûn di 2020`an de îtîraf bi Îsraîlê kirin.  

Berovajî wê, ruxmî ku Rûsya sponserê sereke yê Şîeya Tehranê ye, lê eşkere ne dijberî koalîsyona Frankoyê ye. Tevî ku Rûsya êrişî hêzên îslamî yên alîgirên dewleta Tirk dike da ku hebûna Esed biparêze, wê dewletên din jî yên Osmaniya nû mîna dewleta Tirk û Ezerbêcanê li şopa Rûsyayê biçin. Rûsya wê bang li hemû koalîsyonan bike mînak Tirkiyê û Îranê da ku civînên mîna Astanayê li dar bixin û pêşeroja Sûriyê beyî hebûneke çalak ji hêla Sûriyê ve nîqaş bikin. Li rex wê jî nermiya Pûtîn û jêhatîbûna wî di navbera her sê koalîsyonan de, hişt ku Rûsyayê bibe “Çêkera Qiralan” a rastîn li herêmê. Trump jî di dirêjahiya serokatiya xwe de, dev ji vê role berdabû.

BIDEN ÇAWA DIKARE BERSÎVÊ BIDE?

Pirsa ku xwe di vî warî de dide pêş ew e ku gelo Biden dê helwesta DYA`yê wek navbeykarê sereke li herêmê vegerîne lê na? Heke wisa bike jî, encamên wê dê heta radeyeke mezin bi helwestên wî têkildarî her sê koalîsyonan ve girêdayî be, divê em dewleta Tirk wek nuqteyeke sereke jî ku bandor li her tiştî dike ji bîr nekin.

Mînak, gelo serokê Amerîkayê Biden wê rê li pêşiya pêkanîna dewleta Tirk siyasetên xwe yên firehkirinê yên niha bigire lê na? Ji avakirina baregehan li tevahiya Kurdistana Iraqê ku ji wir êrişî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike bigire heta bigihêje Qibrisê ku dagirkirina xwe ya 47 salan li Varoşayê fireh bike. Gef li girava Kastelorizo dixwe, serdestiya Yewnanistan û Qibrisê bi rêya keştiyên lêgerînê di nava ava her du welatan de û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan li Efrînê.  Muhtemel jî berîva van pirsan, na be.

Ji wê zêdetir, gelo Biden dê hesab ji dewleta Tirk bixwaze ji ber ku alîkariya Ezerbêcan kir û dron li dijî gundên Artsaxê bi kar anîn û banga lihevkirineke aştiyê ya ji ya heyî adiltir ji bo Ermenistanê bike lê na? Yan jî serok Biden dê baregeha asîmanî ya Incirlîk a Amerîkayê ya li Tirkiyê bigire û wan veguhêzîne girava Crete yan jî Qibrisê.? Teqez bersîv na ye. Heke pêk bîne jî, dibe ku rastî hinek zextan were. Sedema ku vê yekê neke jî ew e ku nirxa stratejîk a Tirkiyê ye,  ji ber ku Tirkiyê ji bo şerê NATO`yê yê li hemberî Rûsyayê, “Sotemeniya topan e”. Ev yek rê da wê zordestiyek bê sînor li hundir bimeşîne û sûcên leşkerî yên bê hincet li derveyî welêt pêk bîne.

Têkildarî rêbaza ku Biden pê rê li pêşiya Erdogan ku bi “Zordest” bi nav kiriye, divê Biden destwerdana dewleta Tirk a li ser Rojava di pêşerojê de red bike (ji dema ku Trump şermezar kir ji ber ku sala 2019`an kurd bi tenê hiştin). Ev yek rê dide ku Amerîkayê dozên din li dijî banka Xelq (Halk) a dewletê û Rida Zarrab ku Trump ji bo Erdogan asteng dikir veke. Cezayên din li Enqereyê ferz bike ji ber kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê S 400. Divê nehêle ku hêzên asmanî yên Tirkiyê careke din tev li bernameya F 35 bibin.

Bi rastî, mirov dikare qeydên Biden ên li ser Erdogan test bike; dewleta Tirk hemwextî hilweşîna lîreyê wê asta êrişên xwe yên salane li dijî kurdan zêde dike. Dibe ku êrişî Şengal a li Kurdistanê Iraqê û bajarê Dêrikê li Rojava bike. Armanca berê ya Erdogan qirkirina êzidiyan bû ku wekîlê wê DAIŞ`ê sala 2014`an nikarî temam bike (Wê demê PKK`ê êzidî li Çiyayê Şengalê xilas kirin). Erdogan dixwaze bajarêkî din ên kurdan qir bike ji bo ku hêzên Amerîkayê paşde vekişin û bîrên petrolê desteser bike.

Ji bo kurdan şansekî baş e ku Biden Anthony Blinken wek wezîrê derve (ku di vê dawiyê de Tirkiyê rexne kir ku wek hevalbend tev nagere) û Wellbrett McGurk wek koordînasyonê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn (ku wî jî Tirkiyê rexne kir ji ku ber ku hişt DAIŞ`ê mezin bibe û serokê wê Ebû Bekir El-Bexdadî hemêz kir) erkdar kirin. Ev helwesteke nû ji hêla Amerîkayê ve li dijî Erdogan e ku ji di 4 salên dawîn de mîna wê nehatiye nîşandan. 

Li gel vê jî, îhtîmal heye ku rêveberiya Biden ji rêveberiya Trump zêdetir li gorî berjewendiyên Fransayê be (anku koalîsyona Frankoyê). Dibe ku DYA`yê tev li Fransayê bibe û rê nede ku dewleta Tirk ewlehiya Misirê bi rêya Ixwan muslimîn têk bibe (dibe ku navê vê rêxisitnê di lîsteya terorê de bi cih bike). Desteka tedbîrên Fransayê yên têkildarî tunekirina Boko Haram li Afîrkayê bike (ku dibe dewleta Tirk wê wek hêzeke wekîl bi kar bîne). Piştgiriya serokê Fransayê Emmanuel Macron bike li hemberî hewldanên Erdogan ê ku doza wêneyê Charlie Hebdo bi kar tîne.

Rêyên din hene ku DYA`yê dikare desteka koalîsyona Frankoyê bike jî, ew e ku qanûna deryayî ya navneteweyî bi rêya redkirina baweriya “Welatê hişîn” a Tirkiyê, pêk bîne. Zextê li dewleta Tirk bike ku çeteyên Sûriyê bi keştiyan neşîne Lîbyayê. Piştevaniya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bike ya ku banga serbestberdana siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş dike.

Mixabin, ruxmî bûyerên ku rû didin, xuyaye ku bahoza nakokiyê dê berdewam bike. Dibe ku asta wê li tevahiya Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryayê Spî gurtir bibe. Ev trajediyek rastîn e. Derguşa şaristaniyan a hezarên salan a xwedî dîrokek çandî ya dewlemend ku rolek girîng ji bo mirovahiyê, veguheriye depa şetrancê ya lîstokên şerên jeosiyasî. Bûyek cihê ceribandina bazirganiya çekan li cîhanê û ji bo zordestên ku hewesên wan bi şeran heye, bûye lîstokgeh.

(şx)

ANHA