Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn

Suryan, Kildan û Asûrên bajarê Hesekê şehîdên xwe bi bîr anîn.

Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
Li Hesekê şehîdên Suryan hatin bi bîranîn
10 cotmeh, 2018   18:24

HESEKÊ

Merasîmê bîranînê li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê hêznê Sotoro dest pê kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariyê ya Suryan (Sotoro) Ebker Dawud axivî û ev tişt anî ziman: "Gelê Suryan di dîrokê de rastî qetilaman hat, di wê demê de nedikarî parastina xwe bike, lê îro bi saya xwîna şehîdan me hêz girtiye, em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heya dawî şopdarên xeta wan bin."

Rêvebera Partiya Yekitiya Suryan Ebîr Îlya Jozef jî axaftin kir û anî ziman," Şehîdên Beyt Nehrên şehîdên azadiyê ne, ji bo azadiya gelan xwe feda kirin, em amade ne şehîdan pêşkêş bikin ji bo hebûna xwe mîsoger bikin."

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Ramî Îsa jî berxwedaniya gelê Suryan, Kildan û Asur silav kir û soza şopandian riya şehîdan dan.

Di dawiya bîranîna find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA