ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.10.2018
11 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê 4 şervanên QSD`ê yên ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bibûn li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00. Li gundê Ebheraadî yê navçeya Dirbêsiyê jî ji bo fermandarê hêzên Erka Xweparastinê Mervan Ebdo sersaxî tê xwestin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Îro salvegera yekemîn a rizgarkirina Çerxerêya Neîm a bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê ye, çeteyên ku Reqayê dagir kiribûn, li vê çerxeriyê hemû rêbazên kuştin, ji serêjkirin, darvekirin, şewitandina sivîlan û hwd bi kar di anîn, lewra bi navê çerxerêya dojehê dihat naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan destnîşan kir ku rewşa Îmraliyê tecrîd derbas kiriye û wiha got: “Biryara DMME’yê der barê tecrîda serok de siyasî ye. DMME û CPT li Îmraliyê hiqûqê nadin meşandin.”. (BI WÊNE).

-“Dewleta Tirk bi hinceta derbeya leşkerî rojnamevan û siyastemedarên ku li dijî hikumetê têkoşînê dikin, digire. Dewletiya Tirk ditire desthildariya xwe hilweşe, ji ber vê yekê hewl dide dengê rastiyê qut dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dagirkerên Kurdistanê li Rojhilat û Bakur destdirêjiya li hemberî çanda gelê Kurd zêde kirine, binpêkirinên wan gihişte asta ku şûnwarên dîroka xwe vedigere hezarên salan wêran bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Xunav Mihemed û Xalid Umer destnîşan kirin ku siyaseta  dewleta Tirk a li dijî Ocalan li girtîgeha Îmraliyê Hevpeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan binpê û paşguh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Nezîfe Xelo destnîşan kir ku Minbic herêmeke bi ewle ye û anî ziman ku gefxwarinên Tirkiyeyê êdî bê wate ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Serpêhatiyeke mîna xeyal û romanan e, lê ne xeyal e û ne jî roman e, rastiya qehremantiya şervanên Pêngava Berxwedana Serdemê ye ya li hemberî hêzên dagirker e. Serpêhatiya şervanê YPG‘ê Demhat Zagros e yek ji van mînakan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Elî Emîn El-Siwêd destnîşan kir ku peyamana di navbera Rûsyeyê û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de armancên xwe ew e ku bêyî windahiyan herêmê radestî rêjîmê bikin û tekez kir ku Tirkiyeyê pilanan dike ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî herêmên Rojhilatê Çemê Firatê bikin da ku sere QSD‘ê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê gotin siyaseta tecrîdkirina li dijî Ocalan faşîstbûna dewleta Tirk vedibêje. Siyasetmedaran tekez kirin ku pêkanîna fikrên Ocalan komplo têk bir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Mamosteyên jin ên Minbicê rolek girîng di avakirina civakek azad de li ser bingeha exlaq û jiyana hevbeş dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê berxwedana Efrînê meşeke bi meşale li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê pêşenga xwe vê carê li navçeya Til Temirê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Duyemîn Festîvala Osman Sebirî ya Wêje (Kurteçîrok) ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve li navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê çalakiyên xwe li dibistanên navçeya didomîne. Çalakiya roja sêyemîn li gundê Kibiyê tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Mergedayê tevî ku nû vebûye gelek proje pêk aniye û soza xebeteke berfireh dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca peydakirina debara herêmê xwe bi xwe, cotkarên herêma El-Kesrat ya gundewarên başûrê Reqayê amadekariyên çandina mewsima zivistanê wekî xiyar, bacanasor, beqdons û hwd dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina mewsima berhevkirina berhemên zeytûnan li kantona Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser hilberînê bi hev dikevin. Ji aliyekî din ve çeteyan sivîlan ji kolana direvînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA