Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin

Pêşdeçûnên siyasî û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civînan ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin.

Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin
Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin
Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin
Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin
Geşdanên siyasî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin
10 cotmeh, 2018   18:06

EFRÎN/ ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  bi tevlêbûna bi sedan şêniyên gundê Dêr Cemalê yê navçeya Şêrawayê civîneke li dar xist.

Di civînê de Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Dijwar Ferhad Mardînî rewşa siyasî nirxand.

Merdînî di destpêka axaftina xwe de, komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Her wiha bal kişand li ser rewşa Idlibê û tîfaqên di navbera Rûsiyayê û Tirkiyeyê de û destnîşan kir ku armanca tîfaqê ew e ku herêman radestî rêjîmê were kirin.

Ferhad Mardînî tekez kir ku Tirkiyeyê hewl dide hebûna xwe ya li Sûriyeyê dirêj bike û nehêlin gelê Kurd bighêje mafê xwe.

Rêveberê TEV-DEM‘ê Dijwar Ferhad Mardînî di dawiya axaftina xwe de got: "Vegera li Efrînê girêdayî asta berxwedaniya me ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û dewletên komploger, em bang li gelê xwe dikin ku ji bo rizgarkirina Efrînê di her aliyan de têkoşînê bikin.

Bi heman armancê civînek li gundê Xerbikê yê navçeya Şêrawayê hate lidarxistin.

Di civîna ku bi dehan şênî amade bûn. Rêvebera Kongreya Star Esmehan Hesen komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin û geşedanên siyasî nirxand.

Esmehan Hesen, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kir û banga mezinkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê kir.

Li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê bi amadebûna bi dehan kesî civîneke ji aliyê TEV-DEM‘ê ve hate lidarxistin.

Rêveberê Meclisa Navçeya Ehrisê Zagros Tolhiland komplo û rewşa siyasî nirxand.

Tolhiland bêdengiya raya giştî ya li hemberî sucên li Îmralî tê kirin şermezar kir. her wiha bal kişand li ser berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û wiha got: "Wekî gelê Efrînê li kantona Şehbayê rexmî hemû zehmetiyan berxwedana me berdewam e, em tu carî paş de naçin û teslîm nabin,  heya me li Efrînê vegerin em ê têkoşînê bikin."

Hevseroka Navçeya Ehris Fîdan Ebdo jî axaftin kir û ev tişt anî ziman: "Efrîn bibû spartgeha bi hezaran koçberan, lê cîhan ji vê yek ne razî bû, lewra êrîşê Efrînê kirin. Gelê me yê Efrînê jî di berxwedana xwe ya vegera li warê xwe bi îsrar e."

Civîn bi diruşemayan bi dawî bû.

ANHA