ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ

Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên kantona Minbicê yên tijî şênî topbaran dike. Gundî bi biryardar in ku dev ji axa xwe bernedin ruxmî ku di nav şert û mercên dijwar de dijîn.

ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
ˊKî ji axa xwe derkevin axa wî tune yeˊ
25 sibat, 2024   03:06
MINBIC

Şêniyên gundên li eniyên rojavayê bajarê Minbicê rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên hedefgirtin.

Welatiyê bi navê Ehmed El Ehmed ê ji gundê Werîde El Merkez ji ajansa me re axivî û got: "Em di nav tirs û rewşeke trajedîk de dijîn. Kesek nikare ji mal derkeve yan jî biçe dikanê û pêdiviyên xwe bîne. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê me topbaran dikin."

El Ehmed wiha domand: "Heke em bixwazin axa xwe rizgar bikin û ewlehiyê lê vegerînin, divê em bibin yek."

Her wiha El Ehmed destnîşan kir ku ew ji malên xwe dernakevin û nahêlin dagirker planên xwe pêk bînin û herêmê vala bike û dagir bike.

Welatiyê bi navê Osman El Ehmed ê ji gundê Seyade jî got: "Rewşa li gundên me ne baş e, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker her roj malên me topbaran dike. Şênî ji ber tirs û xofê bê hal in. Her wiha topbaran bandor li xwendinê jî kir. Li gorî beriya topbaranê, niha tenê nîvê zarokan diçin dibistanê."

Osman El Ehmed jî diyar kir ku dagirker dema gundî di nav zeviyan de dixebitin yan jî di nav gund de derdikevin yan jî dema zarok diçin dibistanê topan bi serê wan de dibarînin, ji ber wê jî şênî bi tirs in.

Osman got: "Em dev ji ax û malên xwe bernadin û heta dawiyê li vir bin."

(şx)

ANHA