Li El Şefayê yê Dêrazorê torên avê yên kevin bi yên nû hatin guhertin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê hewl dide torên avê û xeta sereke ya avê li bajarokê El Şefa yê rojhilatê Dêrazorê biguhere û avê ji şêniyan re peyda bike.

Li El Şefayê yê Dêrazorê torên avê yên kevin bi yên nû hatin guhertin
25 sibat, 2024   06:17
DÊRAZOR

Komîteya Xebatan a rojhilatê kantona Dêrazorê di çarçoveya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê de ku li Dêrazorê di 22`yê Cotmeha 2023`yan li dar ketiye û li ser daxwazên şêniyên bajarokê El Şefayê, dest bi guhertina torên avê kir.

Torên avê kevin in, ji bo wê Komîteya Xebatan xeta sereke ya avê ku avê dide Stasyona El Şefa, taxa Rimêlan û taxa 24 a bajarokê bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre guhertin.

Her wiha komîte dê tora avê li taxa El Sewr bi dirêjahiya 2 hezar metreyan biguhere.

Eşkêla torên berê 2.5 bû, ji ber wê Komîteyê torên kevin bi yên nû guhertin ku eşkêla wan di navbera 6 heta 8 inçan de ye guhertin, ji bo ku av biguhêje welatiyan.

Çaverê ye ku Komîteya Xebatan, guhertina torên avê li gund û bajarokên ava vexwarinê lê kêm e, bidomîne.

(şx)

ANHA