Di panorama hefteyê de xwepêşandanên li Siwêda û şerê li Ukraynayê

Di hejmarên hefteya borî yên rojnameyên erebî de hate gotin, xwepêşandanên li Siwêdayê meyleke herî cidîtir girt. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî didomîne. Rojnameyan cih da şerê li Ukraynayê û hate destnîşankirin ku Rûsyayê li wir pêşde diçe. Der barê Lubnanê de hate gotin, Lubnanê li ser xeta germ e.

Di panorama hefteyê de xwepêşandanên li Siwêda û şerê li Ukraynayê
25 sibat 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rewşa li bajarê Siweyda yê başûrê Sûriyeyê de nûçeyek bi sernavê "Ji bo şopandina saziyên hikumetê komîte ji gel hatin avakirin" weşand, rojnameyê diyar kir ku piştî ku pêkhateyên sivîl nehiştin xwepêşandan ji rêya xwe ya rast derkeve, dest bi avakirina komîteyên ji gel hate kirin ji bo ku çavdêriya kar û xebatên sazî û rêveberiyên hikumtê bê kirin.

Rojnameya ku agahiyên xwe spartin çalakvanan, ragihand ku xwepêşandêr derbasî saziya giştî ya avê bûn, li ser karmendan şert ferz kirin ji bo ku kar bikin. Ev jî bi nêrîna rojnameyê, guhertineke balkêş e di xwepêşandanan de.

ˊTIRKKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YÊN SÛRIYEYÊˊ

Der barê rewşa li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê  "Tirkkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê" weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin: "Dema mirov bi rêya deriyên li bakurê Helebê ji Tirkiye derbasî Sûriyeyê bibe, şaş dimîne ji ber ku li her bendeke kontrolê ya leşkerî yan jî saziyeke xizmetguzarî û rêveberî ala Tirkiyeyê bala mirov dikişîne. Nîşaneyên li ser rêya bi zimanê tirkî hatine nivisîn. Lê belê mirov dizane li Sûriyeyê ye ji ber ku ferqeke diyar di binesaziyê de di navbera her du aliyan de heye. Her wiha qedexekirina nîşenayan bi zimanê erebî li aliyê Tirkiyeyê û zimanê Tirkî li aliyê Sûriyeyê dê bala her kesî bikişîne."

 ‘PIŞTÎ AVDIIVKAYÊ SENARYOYÊN HEYÎ YÊN DI ŞERÊ UKRAYNAYÊ DE’

Der barê Ukraynayê de, rojnameya Independent a erebî nûçeyek belav kir. Li gorî nûçeyê jidestdayîna bajarê Avdiivka, dê bidestxistina Donetskê ji bo Ukraynayê zehmet bike. Hate gotin "Windakirina Avdiivkayê nayê wateya windakirina şer, lê hilweşîna vî bajarî li ser dînamîkên jeopolîtîk ên şerê li Ukraynayê xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin e, ji ber vê yekê dibe ku bandorên vî şerê ji herêma Donbasê dûrtir bin û çirûskên wê bigihêjin paytextên rojavayî."

’BAŞÛRÊ LUBNANÊ LI SER XETA AGIREKÎ GERM E’

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê geşedanên li Lubnanê nirxandin. Hate gotin "Herêma başûr li ser xeta agirekî germ e, çirûska şerê li dirêjahiya sînor li asîmanê welat belav dibin. Dîsa jî gefên Îsraîlê dewam dikin. Her wiha êriş li aliyên cuda têne kirin û heşyariyên senaro û îhtîmal hene ku Lubnan bikeve şerekî ne diyar e. Li aliyekî din jî li Lubnanê dosyayên diravî, civakî û jiyanî yên komî ser hevbûn bûne aloztir û girêktir bûne. "