ˊEm ê rêya şehîd Zelal bişopîninˊ

Endamên meclisên kantona Minbicê yên ku bi şehîd Zelal re civiyabûn soza şopandina rêya wê û domandina têkoşînê heya pêkanîna azadiya civakê û ya jinan ku ew armanca têkoşîna 31 salan a şehîd Zelal bû, dan.

ˊEm ê rêya şehîd Zelal bişopîninˊ
22 ÇILE, 2024   02:34
MINBIC

Fermandar û têkoşera şoreşger Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) a ku di 18'ê Çileyê de li Kerkûkê hat hedefgirtin, di rêxistinkirina jinan û gel li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke pêşeng lîst, nexasim li Minbicê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê.

Der barê rola şehîd Zelal di rêxistinkirina  meclisên Minbicê de, hevserokê Meclisa Xeta El Muhteriq a kantonê Munîr El Ewed got: "Hevrêya me Zelal 5 salan rêvebera xeta El Muhteriq bû. Ew xwedî exlaqên bilind bû û ji karê xwe hez dikir, çalak û civakî bû. Her roj ew derdiket serdana komînan û rewşa wan dişopand."

El Ewed wiha domand: "Dema ku komîn û şênî xebera şehadeta wê bihîst yekser sersaxî da meclis û komînên xetê. Hevrêya me Zelal şehîd bû, lê ew ê her di dilên me de zindî bimîne û em nahêlin xwîna wê vala biçe, em ê bi têkoşîn û rêxistinkirina xwe tola wê hilînin."

El Ewed destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Minbicê wan bi rêya şehîd Zelal fikrê neteweya demokratîk nas kir ku wê her tim piştgirî dida wan bi taybetî jinan û got: "Ew gelekî dilnizm bû û moral dida me. Me hêza xwe ji wê digirt."

El Ewed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Zelal da.

ˊŞEHÎD ZELAL HEZKIRIN DI NAV HEMÛ PÊKHATEYAN DE DIÇANDˊ

Endamê Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava ya kantona Minbicê Şêxo Mihemed wiha axivî: "Hevrêya me Zelal di nav civakê de kesayetek hezkirî bû, ew her tim di hemû xebatên lihevanînê de amade bû û hezkirin di nav hemû pêkhate û gelan de diçand."

Mihemed wiha domand: “Dijmin hewl didin îradeya jinan têk bibin û tirsê di dilên wan de biçînin da ku ew rola xwe nelîzin, welat ava nekin û gelê xwe neparêrin. Şehîd Zelal ji hevrêyên leheng û bi cesaret bû. Wê piştgirî dida jinan ji bo ku parastina welat û gelê xwe bikin.”

ˊŞEHÎD RUHÊ HEVALTIYÊ Û TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA JINAN BI ME DA NASKIRINˊ

Her wiha, hevseroka xeta Farat a kantonê Helîme El Cuma destnîşan kir ku şehîd Zelal ji bo wan ne tenê hevrê, her wiha xwişkeke wan bû û got: "Ji dema damezirandina komîn û meclisan li kantonê wê moral dida me û ruhê hevaltiyê bi me da naskirin. Em ê heta pêkanîna serkeftinê, têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina xaka xwe şopdarên rêya wê bin."

Endama Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava Fatme El Mensûrî hedefgirtina şehîd Zelal şermezar kir û got: "Şehîd Zelal ji bo mafên gel û jinan û jiyana birûmet tê koşiya, her tim dixwest destekê bide şêniyan. Em jî soz didin ku rêya wê û ya hemû şehîdên ku xwe ji bo azadiya gel û azadiya jinan canê xwe feda kirine, bişopînin."

(mh)

ANHA