Şerê Îsraîl-Hemasê êşên qurbaniyên Daniyalê li Lîbyayê girantir kir

Şerê Îsraîl û Hemasê bandor li karesata Derne ya Lîbayayê  ku di 10ˊê Îlona par de bahoza Daniyalê çêbû, kir û di encama wê bahozê de zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.

Şerê Îsraîl-Hemasê êşên qurbaniyên Daniyalê li Lîbyayê girantir kir
22 ÇILE, 2024   06:38
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê ya ku di 7'ê Cotmeha borî de dest pê kiriye de, anku piştî kêmtirî mehekê ji bahoza Derneyê, bala cîhanê kişand ser xwe, tevî ku kareseta Derneyê ji 4 mehan heta niha didome.

Bahoza Daniyalê li gelek bajarên Lîbyayê wek Derne, Binxazî, Beyda, Merc û Sûse çêbû û zirareke madî ya mezin çêkir û bi hezaran welatî hatin kuştin, birîndarkirin û windayî çêbûn.

Li Lîbyayê rewşa siyasî tevlihev e û ji bo 2 aliyan parçe bûye; yek Hikumeta Wehde El Weteniye ya li rojavayê Lîbyayê bi seroketiya Ebdulhemîd El Debîbe û yek jî bi hikumeta Meclisa Nûneran a bi serkêşiya Usame Hemad e û fermandarê artêşê Xelîfe Hefter piştigriyê dide wî û di nava civata navneteweyî de nayê naskirin.

Nûnerê neteweyî ji bo Lîbyayê Ebdullah Batîlî tirsa xwe ya ji ber parçebûna berpirsên Lîbyayê der barê jinûve avakirina Derneyê de anî ziman û banga avakirina makanîzmayeke niştîmanî ya yekbûyî ji bo nirxandina zirarê û pêkanîna projeya jinûve avakirinê kir û lêçûna wê jî ji çavkaniyên niştîmanî yên Lîbyayê be.

Pisporan diyar kir ku di projeya jinûve avakirinê de ji 4 mehan tu gav li ser erdê nehatine avêtin tevî ku sondiqek taybet û komîteyên awarte hatine amadekirin û konferanseke navneteweyî hat lidarxistin û hejmara zêde ya pereyann ku ji bo vê projeyê hatine veqetandin.

ˊREWŞ KARESAT Eˊ

Endamê komîteya krîzê ya hikumetê ya Derneyê Hemed El Şelwî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Rewşa bajêr zehmet e û hîn jî bi hezaran cenaze di bin enqazan de û di deryayê de mane, tevî ku 4 meh di ser karesatê re derbas bûne."

El Şelwî wiha domand: "Ji 20 hezar qurbaniyên karesata Daniyal tenê 6 hezar hatine derxistin û hîn bi hezaran cenaze mane. Pêwîstiye Lîbyayê bi alîkariya navneteweyî heye ku van cenazeyan derxin, berî ku nexweşiyan li tevahiya herêmê belav dikin."

El Şelwî wiha li gotina xwe zêde kir: "Heta niha tu projeyên jinûve avakirinê li bajêr tune ne û tu guhertin di bandorên karesatê de nehatine kirin, tevî ku ji bo jinûve avakirina deverên zirardîtî 10 mîlyar dînar ji parlamentoya Lîbyayê û 2 mîlyar dînar ji hikumeta Terablusê hatine veqetandin."

El Şelwî da zanîn ku parçebûna siyasî ya di navbera hikumetên Terablus û Binxazî de bandoreke mezin li projeya jinûve avakirinê kir û bang li wan kir ku nakokiyên siyasî di vê rewşa awarte de heta bi awayekî demkî jî deynin aliyekî.

El Şelwî diyar kir ku sendoqa jinûve avakirina Derneyê ku hikumeta Binxazî ava kiriye, tiştek li ser erdê pêk neanî û civînên di navbera serokê sendoqa jinûve avakirina Derne û serokê hikumetê de tenê ji bo propagandaya ragihandinê ne.

ˊBIKARANÎNA SIYASÎˊ

Çalakvanê Lîbyayî û endamê komîteya endazyariyê ya pisporî ya konferansa navneteweyî ya jinûve avakirina deverên zirardîtî Bedir Mustefa destnîşan kir ku dosyeya jinûve avakirinê ji bo armancên siyasî tê bikaranîn û got: "Alîkariyên navneteweyî bi rêya banka navendî ya Terablusê tên wergirtin, ev jî cihê gumanan e. Ji ber ku ji 4 mehan de tu gav li ser erdê nehatine avêtin."

Mustefa diyar kir ku parçebûna siyasî pêvajoya jinûve avakirinê asteng kiriye nexasim ku hikumeta Hemad bi awayekî fermî nehatiye naskirin û hikumeta Debîbe jî nikare li herêma rojhilat bixebite.

Mustefa wiha li gotina xwe zêde kir: "Banka navendî zêdetirî 850 mîlyon dolar piştî karesatê wergirt, lê ji ber parçebûna siyasî kes nizane ew ku ve çûn. Heftane 3-4 cenaze tên derxistin, lê hîn jî bi hezaran cenaze di bin enqazan û deryayê de mane."

ˊAMARÊN ZELAL JI BO HEJMARA QURBANIYAN TUNE NEˊ

Şêwirmendê qanûnî yê wezareta kar û barên civakî ya hikumeta Lîbyayê ya Tebreqê Ferec Mucahid nexwest li ser pereyên ku ji bo jinûve avakirinê hatine veqetandin biaxive û ji ajansa me re got: "Heta niha amarên zelal ji bo hejmara qurbaniyan tune ne. Navenda serjimariyê dê amareke zelal bi hevkariya aliyên berpirs ên têkildar ragihîne."

Der barê bandora parçebûna siyasî li ser ji nû ve avakirinê Mucahid got: "Parçebûna siyasî ne tiştekî nû ye li Lîbyayê, ew ji 10 salan de heye û tu bandorên wê yên mezin li ser kirîzê tune bûn. Kirîzê gelê Lîbyayê kir yek û karwanên alîkariyan ji hemû bajarên Lîbyayê bi rê ketin û tu cudahî neket navbera rojhilat û rojava."

(mh)