Semîra Mubeyid: Bêyî rêveberiyên xweser ewlehiya Sûriyeyê pêk nayê

Di çarçoveya axaftina li ser civîna Astana ya 24-25ˊê Çileyê de ku dê li dar bikeve, siyasetmedar û muxalifa Sûriyeyî Semîra Mubeyid destnîşan kir ku bêyî rêveberiyên xweser ne pêkan e krîza Sûriyeyê çareser be û Sûriyeyekê yekgirtî ava be.

Semîra Mubeyid: Bêyî rêveberiyên xweser ewlehiya Sûriyeyê pêk nayê
22 ÇILE, 2024   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Semîra Mubeyid ji ajansa me re destnîşan kir ku pêwîst e Sûriye ji aloziyên li dewletên derdorê bê dûrxistin û got: "Pêwîstî bi pêkanîna guhertineke bingehîn heye, ew jî bi rêya rêveberiyên xweser e ku bibe gava pêşîn a Sûriyeya yekbûyî ya ku dikare êrişan têk bibe, maf û xaka şêniyan biparêze. Eger ev yek pêk neyê dê rewşa herêmê her tevlihev û ne aram be."

Semîra Mubeyid diyar kir ku gerên li Astana û dewletên ku destwer dane krîza Sûriyeyê hiştin krîz kûrtir bibe û got: "Civînên Astana şerê leşkerî yê li Sûriyeyê bi rê ve bir da ku desthilata rejîma Beşar Esed vegere deverên ku piştî şoreşa Sûriyeyê ji dest dane."

Wezareta Derve ya Kazaxistanê di 19’ê Çileyê de ragihand ku di navbera rojên 24 û 25’ê Çileyê de gereke nû ya civînên Astana li dar dikeve.

Semîra Mubeyid li ser vê mijarê wiha got: “Vê pêvajoya Astanayê bi giranî xwe spart alozkirina rewşa leşkerî, dorpêç û koçberkirinê ku di encamê de rewş gihîşt rewşa roja îro û tenê beşek ji xaka Sûriyeyê di destê Beşar Esed de maye. Beşên din ên stratejîk ên fireh li bakur û başûrê Sûriyeyê ji dest dan û di hemû geran de li serxwebûn û ewlehiya welatiyan digerin."

Semîra Mubeyid diyar kir ku dewletên ku destekê didin rejîma Beşar Esed hewl didin wê xweseriyê tune bikin û dest deynin ser dosyeya Sûriyeyê û got: “Gelek dewlet hewl didin rê li ber pêşketina herêmê bigirin, ne tenê dewletên Astanayê, her wiha piraniya rejîmên ku dixwazin di desthilatdariyê de bimînin bêyî ku berjewendiyên gelên herêmê pêk bînin.”

(mh)

ANHA