Li herêmên dagirkirî hemleyên girtinê

Piştî welatiyekî Efrînî xwest ku mala wî bê valakirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li wî da, her wiha li Ezazê bi tawana heqaret li ala Tirkiyeyê hatiye kirin  hemleya girtinê hatiye destpêkirin.

Li herêmên dagirkirî hemleyên girtinê
8 tîrmeh, 2024   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên Firqet Muitesim Bîllah li têketina rojhilatê Efrînê êrişî welatiyê bi navê Xesan Dawûd (Ebû Berekat) (40) salî ku nêzî mehekê ji Tirkiyeyê bi darê zorê hatiye derxistin, kir. Di encamê de seriyê wî şikest. Ji ber ku Ebû Berekat xwesta mala xwe ya ji 2018ˊan ve hatiye desteserkirin bê valakirin, êrişî wî hat kirin.

Girêdayî mijarê, dewriyeya çeteyên Firqet El Hemzat, piştî benda çatrêya gundê Kokanê yê navçeya Mabeta niştecihê bi navê Cuma El Mûsa (Ebû Salih) (60) ê ji bajarokê Til Deman ê başûrê Helebê ku li gundê Kokanê bi cih bûye, revand.

Her wiha li ser paşxaneya xwepêşandanên dawîn, dewriyeya hevbeş a MÎTˊê û çeteyên Polîsên Leşkerî di 2 rojên dawî de hemleya girtinê li dijî xwepêşandêran li kampên li nêzî gundê Sico yê Ezazê bi tawana heqareta li ala Tirkiyeyê dest pê kir.

Piranî girtî ji parêzgeha Humisê, Xûta Şerqiyê ne û ji bo navenda MÎTˊê ya li Kîlisê hatin veguhastin.

Her wiha MÎTˊê lîsteya bi 35 navan, di nav de leşkerên ji çeteyên Tevgera Ehrar El Şam El Îslamiye yên girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê bi tawana heqareta li ala Tirkiyeyê û şewitandina erebeyên Tirkiyeyê wergirt. Polîsên Leşkerî navên wan li bendên li herêmên dagirkirî belav kirin.

(fr)