ˊ Dewleta Tirk û PDK’ê ji bo valakirina 4 gundan dem daye welatiyanˊ

CPT’yê eşkere kir ku PDKˊê tenê 9 saet dem daye welatiyên 4 gundên devera Ber Garê ya Amêdiyê ku serdana gundên xwe bikin û gundên xwe bi temamî vala bikin.

ˊ Dewleta Tirk û PDK’ê ji bo valakirina 4 gundan dem daye welatiyanˊ
27 tîrmeh 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ji Rojnewsˊê re diyar kir ku rayedarên xwecihî yên navçeya Amêdiyê (rayedarên PDK’yî) welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên devera Ber Garê agahdar kirine ku dikarin îro saet 8:00’ê heta saet 17:00’ê serdana gundên xwe bikin, piştre bi temamî gundên xwe vala bikin û biçin ew cihên ku lê hatine bicihkirin.

Kameran Osman di dewama axaftina xwe de got, welatiyên van her çar gundên Ber Garê nêzîkî mehekê ye ji ber êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên wan bi neçarî gundên xwe vala kirine, mal û milkên xwe terikandine û li bajarokê Dêrelok û Dihokê bicih bûne.

Her wiha endamê CPT’yê eşkere kir ku bi hemahengiya hikumeta Herêma Kurdistanê û artêşa Tirk îro destûr ji welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên devera Ber Garê ya Amêdiyê dane ku dikarin di nava 9 saetan de serdana gundên xwe bikin, tiştên xwe yên mayî bar bikin. Her wiha ji bo welatiyên van gundan mêşên xwe yên hinguvê ji gund bibin 9 saet destûr dane wan.