Bi moşekan êriş Colanê hat kirin

Di encama êrişa li dijî bajarokê Mecdel Şemis ê Colanê de 9 kes hatin kuştin.

Bi moşekan êriş Colanê hat kirin
27 tîrmeh, 2024   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Skya News, di encama êrişa Hizbullah a Lubnanê li dijî bajarokê Mecdel Şemis ê Colana dagirkirî de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Torê diyar kir ku Hizbullah bi moşekan êriş stadyûmeke fotbolê kiriye.

Kanala 12ˊan a Îsraîlê diyar kir ku di encama êrişê de 9 kes hatine kuştin.

Her wiha artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li ser 3 beşan nêzî 40 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin û di encamê de li Mecdel Şemis çend kes birîndar bûn.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê jî destnîşan kir ku dê bersiva êrişa li ser Mecdel Şemis tund be.

(fr)