Şehîdên komkujiya Qamişlo di salvegera 8ˊemîn de hatin bibîranîn

Xelkê Qamişlo bi boneya salvegera 8ˊemîn a şehadeta 62 welatiyan çalakiyek li dar xist.

27 tîrmeh 2024   22:04
QAMIŞLO

Beriya 8 salan û wek vê rojê çeteyên DAIŞˊê bi rêya teqandina kamyûneke bombebarkirî li ser rêya giştî, saet di 09:25ˊan sibehê de bajarê Qamişlo hedef girt. Di encamê de 62 welatî, piranî jin û zarok û kalemêr, şehîd bûn û 177 jî birîndar bûn.

Malbatên şehîdên komkujiya Qamişlo berê xwe da cihê teqînê, wêneyên zarokên xwe hildan. Li wir merasîma bîranîna şehîdan li dar xist. Li cihê merasîmê wêneyekî mezin li ser wêneyên 62 şehîdan hatiye daliqandin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn Îbrahîm şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: "Ji ber ku gelê vî bajarî bi aştî û ewlehiyê bawer dike û dijî, çeteyan ev bajar hedef girt."

Îbrahîm wiha domand: "Armanc ji teqînê, derbeyê li mozaîka civakî bidin û vîna gel bişikînin, her wiha tirsê bixin dilên wan, da ku bajêr vala bikin."

Îbrahîm diyar kir ku di teqînê de piranî zarok, jin û kalemêr şehîd bûn, bi wê yekê xwestin vîna vî gelî têk bibin, lê nizanin gelê Kurd xwedî rêxistineke xurt û felse ye. Piştî 15 rojan ji teqînê rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞˊê hat ragihandin.

Îbrahîm di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan heta gihandina serkeftin û azadiyê da.

Di dawiya merasîmê de 62 mûm hatin pêxistin.

(fr)