‘Zimanê me hebûn û nasnameya me ye’

Li bajarê Girke Legê xwendekaran got ziman hebûn û nasnameya wan e û ji mafê wan e ku bi zimanê xwe bixwînin.

‘Zimanê me hebûn û nasnameya me ye’
9 îlon, 2026   05:25
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Ji bajarê Girke Legê xwendekarên jin têkildarî biryara Wezareta Perwerdeyê got ev bûye 10 sal ew bi zimanê kurdî dixwînin û mafê wan e ku xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikin.

Sema Hemo got: "Em vê biryarê qebûl nakin, zimanê me kurdî ye û ev bûye 10 sal ez bi zimanê kurdî dixwînim û em qebûl nakin ku tenê 3 saetan bixwînin. Zimanê me hebûn û nasnameya me ye û ji mafê me ye em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”

Ronaz Abdullah jî got: "Ez ji refa yekê ya dibistanê bi zimanê kurdî dixwînim û mafê min e bi kurdî xwendina xwe berdewam bikim. Em dikarin fêrî zimanê erebî û îngilîzî bibin lê em dixwazin xwendina xwe bi kurdî berdewam bikin."

Têlî Hemo anî ziman ku 11 salan bi kurdî xwend û wiha lê zêde kir: "Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin, ne adalet e, zimanê me nasnameya me ye û mafê kesî nîn e ku sînordar bike."

(np)

ANHA