‘Mafê xwendekaran heye bi zimanê xwe bixwînin’

Mamosteya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên anî ziman ku 3 saet têrê nakin xwendekar fêrî rêzimana kurdî bibin.

‘Mafê xwendekaran heye bi zimanê xwe bixwînin’
9 îlon, 2026   06:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Mamosteya Zimanê Kurdî li bajarê Hesekê Hemrîn Hisên biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ji ANHA`yê re nirxand. 

Mamoste Hemrîn Hisên di destpêke de wiha got: "Biryara Wezareta Perwerdeyê ne li gorî ked û bedelên di şoreşê de ye û têra asta perwerdeyê ya Rojava nake. Di destpêka şoreşê de dibe ku zimanê kurdî 3 saet bûya, lê di van 14 salan de bi hezaran xwendekaran ji refa yekê dest bi zimanê kurdî kir û heyanî zanîngehê bi kurdî xwend."

Hemrînê da zanîn ku ev biryar ne li gorî Biryarnameya 13`an e û wiha got: "Ev biryarname ji aliyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera ve hatibû derxistin û tê de hatibû nivîsandin ku zimanê kurdî zimanekî neteweyî ye û dikarin li dibistanên hikumetê û li yên taybet bi zimanê kurdî bixwînin. Her wiha di madeya 4’an a biryarnameyê de hatiye gotin ku mafê hemû pêkhateyan heye ku bi zimanê xwe bixwînin."

Hemrînê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku biryara Wezareta Perwerdeyê dê zimanê kurdî sînordar bike û wiha pê de çû: "Li Rojava xwendin gihîştibû asta herî bilind, xwendekaran heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî dixwend, ev pêşveçûn bi saya şehîdan çêbû û yek ji deskeftiyên şoreşê ye. Em qebûl nakin ku zimanê kurdî tenê 3 saet be, dê bandorê li siberoja xwendekaran bike. Piştî 14 salan dê xwendekar çawa bi zimanekî dîtir xwendina xwe berdewam bikin."

Mamoste Hemrîn di dawiyê de got: "3 saet têrê nakin ku xwendekar fêrî têgehên kurdî bibin, li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî herî kêm pêdivî bi 5-6 saetan heye ku fêr bibin. Ya dîtir jî nabe ku li ser xwendekaran ferz bikin ku bi zimanekî dîtir bixwînin. Xwendekaran bi zimanê kurdî dest bi xwendina xwe kiriye û mafê wan heye ku bi zimanê kurdî berdewam bikin."

(np)

ANHA