Zêdebûna şerê Îranê tirsên li ser derketina pevçûnek vekirî zêde dike

Tirsên li ser berfirehbûna çarçoveya şerê Îranê zêde dibin, ku dê bandorên pevçûnên vekirî li ser aramiya herêmê jî zêde bibin, her wiha dê bandorê li ser hevsengiyên navneteweyî û têkiliyên di navbera hêzên mezin de jî behe.

Zêdebûna şerê Îranê tirsên li ser derketina pevçûnek vekirî zêde dike
18 gulan, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro, behsa şerê Îranê û bandorên wê kirin, her wiha li ser êrişa li dijî Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, û siberoja têkiliyên Ewropa-Amerîka jî nivîsîn.

XEWNA ÎRANÊ Û SIYA KUBAYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku Îran niha bi ceribandinekê re bû bi rû ye, ku dişibe ezmûnên welatên ku armancên wan ên siyasî û leşkerî wan gihandine krîzên navxweyî yên xeniqandinê. Rojnmeyê modela Kubayê wekî mînakek hilweşîna xewnên şoreşgerî di bin zexta cezayan û krîzên aborî de bi bîr xist.

Rojnameyê di navbera ezmûnên herêmî yên cûda de, ji rejîmên Sedam Husên û Muammer Qedafî bigire heya komên çekdar ên li Xezayê, Lubnanê û Iraqê, bi bîr xist û destnîşan kir ku "xeyala rolên biha" pir caran dibe sedema hilweşîna welatan û ketina wan a di cezayan û şeran de.

ÊRIŞEKE XETERNAK… BÊ CEZA NAMÎNE

Rojnameya El Xalîc êrişa li ser Santrala Nukleerî ya Baraka wekî "zêdebûna xeternak" û binpêkirina qanûna navneteweyî ji ber hedefgirtina tesîseke nukleerî ya aştiyane nirxand.

Rojnameyê diyar kir ku êrişa bi droneyan "hemû xetên sor" derbas kiriye, ji ber xetereyên wê yên jîngehî û radyolojîk ên derveyî sînor. Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Îmaratê karîn bûyerê kontrol bikin bêyî ku bandorek li ser ewlehiya santralê an asta radyasyonê bike.

TÊKILIYÊN EWROPA-AMERÎKA

Rojnameya Independent Arabia li ser siberoja têkiliyên Ewropa-Amerîka piştî veguherînên navneteweyî, şerê Ukraynayê û rageşiyên bi Îranê re nivîsî. Rojnameyê destnîşan kir ku rêziknameya cîhanî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di pêvajoyek ji nû ve şekildanê de ye.

Rojnameyê nivîsî ku NATO êdî ji heman hevgirtinê ya ku serdema Şerê Sar diyar dikir sûd wernagire, ji ber zêdebûna nakokiyên di navbera Ewropa û Washingtonê de li ser gelek mijaran, di nav de şerê Iraqê û piştgiriya Amerîkayê ji bo Îsraîlê.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku şerê Rûsya-Ukraynayê pirsên bingehîn li ser siberoja ewlehiya Ewropayê derxistiye holê, di demekê de ku Moskow û Pekîn westandina hevpeymaniya Rojavayî dinirixînin.

(k)