Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hat avakirin

Di çarçoveya Hevpeymana Civakî ya nû de, 57 şaredariyên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Şaredariyên Kantonê ava kir.  

Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hat avakirin
Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hat avakirin
18 sibat, 2024   12:01
QAMIŞLO

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di rûniştina xwe ya 12’yê Kanûna 2023’yan de Hevpeymana Civakî ya nû erê kiribû. Yek ji xalên girîng ên hevpeymanê jî xala 109 a têkildarî avakirina Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û erkên wan e. Piştî erêkirina hevpeymanê ji bo avakirina yekîtiyên şaredariyên kantonan û herêmê xebat hatin destpêkirin. 

Li gorî Hevpeymana Civakî ya berê, şaredarî girêdayî Rêveberiya Xweser wekî Desteya Şaredariyan hatibûn rêxistinkirin. Lê di hevpeymana nû de wê di asta kantonan û herêmê de bi navê yekîtî û bi awayekî xweser bên rêxistinkirin. 

Di çarçoveya amadekariyan de hevserok, endamên meclis û rêveberên daîreyên 57 şaredariyên Kantona Cizîrê civiyan. 

Di civîna ku duh li Salona Melek a bajarê Qamişlo hat lidarxistin de reşnivîsa yasa û rêziknameya şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatin xwendin. Piştî xwendinê li ser erk, berpirsyarî û xebatên şaredariyan nirxandin û nîqaş hatin meşandin.  

Piştî nirxandinan Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hat avakirin. Di yekîtiya ku wekî meclis hat avakirin de hevserokên 57 şaredariyan cîh digirin. Bi armanca şopandina xebatan ji nava meclisê kordînasyonek hat avakirin.

Di civînê de Silêman Ereb û Astir Murad jî wekî Hevserokên Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hatin diyarkirin.

Endamên Meclisê û Hevserokên ku hatine diyarkirin, wê heta hilbijartinên şaredariyan ku tê plankirin di dema pêş de werin çêkirin, bi awayekî demkî erkê bimeşînin.

Li gorî plansaziyan wê li kantonên Şehba-Efrîn, Minbic, Firat, Tebqa, Reqa û Dêrazorê jî bi civînên ku dê bên çêkirin re, yekîtiyên şaredariyan bên avakirin û rêveberiyên demkî werin diyarkirin.

Biryar û lîsteyên rêveberiyan ên di encama civînan de hatine diyarkirin, wê ji bo Meclisa Gelan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê werin pêşkêşkirin.

(bm-se-ta/a)