RAWA’yê peyama mezinkirina piştevanî û têkoşînê da

RAWA’yê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî peyama mezinkirina piştevanî û têkoşînê da û got: "Bi piştevaniyê em siberojeke dûrî girtîgeh û êşkenceyê ava bikin."

RAWA’yê peyama mezinkirina piştevanî û têkoşînê da
18 sibat, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA) daxuyanî ji jinên enternasyonalîst ên li Rojava re şand û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî peyama mezinkirina piştevanî û têkoşînê da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Efgan zêdeyî nîv sedsal e di bin barê giran ê rejîmên emperyalîst û olperestiyê de ne û hate gotin, "Dema dawî rêveberiya Talîbanê herî zêde zext li jinan kir. Maf û rûmeta jinan binpê kir, ew li malan asê kir, nixumandina serî ferz kir û yên vê nakin jî digire.

Jinên Efgan li gel van hemûyan mîna hemzayendên xwe yên din ên li cîhanê li hemberî girtin, tundî û gefan li ber xwe didin.

Têkiliya navbera gelên Kurd û Efgan ne êşên hevpar e. Têkiliya navbera me berxwedan û biryardariya hevpar e. Em hêzê ji xwişkên xwe yên Kurd werdigirin ku tevî hevrêyên xwe yên mêr mil bi mil şer dikin.

Tevgera jinê mînaka biryardariya xurt a şervanên jin ên li Îranê nîşan dide û gelek zor û zehmetî ji holê rakir.

Rêbertiya Birêz Ocalan nîşan da ku jin xwedî hêza guhertina xwe û civakê ne.

Ji bo rûmetkirina hevrêyên xwe yên girtî û bîranîna lehengên jiyana xwe ji dest dan, heta azadî û edalet li xaka me bi cih bê, divê em wezîfeyên xwe dewam bikin. Li dijî emperyalîzm û olperestiya tundrew divê em hêza xwe bikin yek, weke şoreşger û şervanan divê em li dijî dagirkerî, dijminatiya li jinê û bê edaletiyê bibin yek.

Bi piştevaniyê em siberojeke dûrî girtîgeh û êşkenceyê ava bikin. "