Li herêmên dagirkirî guhertina demgorafîk dewam dike

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên dawîn de zêdekirî 300 penaberên sûriyeyî bi darê zorê veguhestin Sûriyeyê.

Li herêmên dagirkirî guhertina demgorafîk dewam dike
18 sibat, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên borî de berê zêdekirî 300 penaberên sûriyeyî da deriyên sînor da ku di çarçoveya guhertina demografîk de li Sûriyeyê werin bicihkirin. 

SOHR`ê da zanîn ku desthilata Tirk beriya çend rojan penaberên sûriyeyî ji kar derxistin, bêyî ku li belgeyên wan binêre û ew radestî navendên li ser sînor kirin, piştre jî di deriyên sînor ê Bab El Hewa û Bab El Selame şandin Sûriyeyê.

SOHR`ê ev navendên li ser sînor bi "selexaneyên mirovan" wesifand û got: "Li wan navendan mirov rû bi rûyî îşkenceya derûnî û bedenî ne ku hin caran digihêje kuştinê. Her wiha wan neçarî karên din mîna paqijkirina torên kanalîzasyonê, kolandina xendeqan û komkirina keviran têne kirin."

SOHR`ê serpêkhatiya penaberekî sûriyeyî yê ku nexwest navê xwe aşkera bike M.Q (24) parve kirin. Hate diyarkirin ku ev kes dema xwest ji gundê Telûl ê bajarokê Selfînê sînor derbas bike ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin û tevî hinek din birin qaraqola li ser sînor, li vir jî du rojan îşkence lê hat kirin û piştre vegerandin Sûriyeyê.

(şx)