Yekitiya Dermansazan ji bo sivikkirina barê welatiyan li çareseriyê digere

Hikumeta Şamê derman biha kir, bihabûn bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Yekitiya Dermansazan jî ji bo kêmkirina bihayê dermanan li çareseriyê digere.

Yekitiya Dermansazan ji bo sivikkirina barê welatiyan li çareseriyê digere
Yekitiya Dermansazan ji bo sivikkirina barê welatiyan li çareseriyê digere
11 kanûn, 2023   03:37
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bihayê dermanan ji sedî di navbera 70 bilind kir. Ji sedî 100 biha li ser cûreyên dermanên wekî (melhem, tehmîlan) û ji sedî 70`ê jî li ser cûreyê dermanê wekî (şerab, heban) zêde kirine. 

Derbarê bandora buhabûnê li herêmê û pêşinyarên ji bo kêmkirina bandore de Hevserokê Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebduselam Mehmûd ji ajansa me re axivî.

Ebdulselam Mehmûd diyar kir ku diviyabû hikumeta Şamê beriya bilindkirina bihayê dermanan lêkolînên baş kiriba û got: ′′Bihabûn ji ber bilindbûna nirxê lîreya sûrî li hemberî dolarê çêbûye, ji ber madeyên asta yekemîn di dermanan de ji derveyî Sûriyeyê tên. Lê tevî wê jî hikumeta Şamê dikarîbû bi rêya alîkariya bi kampanyayan re xwedî li gel derkeve. Lê ev delîlê binketina hikumeta Şamê ye, derman ji bo welatiyan madeyeke esasî ye, bê wê gel debar nake.”

Derman li ser 2 beşan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin. Beşek ji herêmên hikumeta Şamê û beşeke din ku bi dermanê biyanî û tûrîzmî tê naskirin ji derveyî Sûriyeyê tên. Li kêlek wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kargehên dermanan hene.

`BAC JÎ BIHAYÊ DERMANAN LI HERÊMÊ ZÊDETIR DIKE`

Ebdulselam Mehmûd destnîşan kir ku ji bo derbasbûna dermana ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla hikumeta Şamê ve ji sedî 28 bac tê standin û wiha pê de çû: “Bac jî li ser kîjan esasî distîne ku em jî ji Sûriyeyê ne, ew bac nirxê derman li cem me zêdetir dike.”

Hevserokê Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulselam Mehmûd diyar kir ku ew ji bo pêkanîna çareseriyên ku dê rolê di erzankirina dermana li herêmê bilîze, digerin û wiha got: “Di rojên pêş dê rûniştinên me bi Rêveberiya Xweser re hebin, pêşinyarên me mîna vekirina xeteke berhemdayînên ji bo derman û ji bo xwetêrkirinê jî zêdekirina kargehan hene.”

ANHA