Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê

Ji ber dorpêça hikmeta Şamê ya li ser Şehbayê rewşa zarokan di xeteriyê de ye û pêwistiya wan bi dermanan heye.

Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê
Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê
Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê
Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê
Dorpêç rewşa zarokên nexweş xistiye xetereyê
11 kanûn, 2023   04:47
ŞEHBA

Dorpêça hukmeta Şamê ji 6 salan ve li ser Şehbayê berdewam e. Bi hatina zivistanê re dorpêçê girantir dike. Nahêle derman, madeyên bingehîn, mazot derbasî herêmê bibin

Di encamê de nexweşxaneya yekane ya li herêmê Avrîn, ji 25`ê Mijdarê ve bi defetên kêm dixebite û tenê rewşên awarte pêşwazî dike.

Kadroyên beşa zarokan a nexweşxaneyê diyar kirin ku, ji ber dorpêça hukmeta Şamê ya li ser Şehbayê beşa zarokan di rewşa herî zehmet de ye û destnîşan kirin ku her 24 saetan pêwîstiya zarokan bi derman û nebulîzeran heye.

Her wiha aşkera kirin ku nexweşiyên zikçûnê û bronşît belav in û pêwîstiya zarokan bi dermankirinê heye.  

Her wiha kadroyên nexweşxanê diyar kirin ku beriya girankirina dorpêçê rojane 50 heta 80 nexweşên pêşwazî dikirin lê niha û piştî girankirina dorpêçê rojane dikarin 10 nexweşan pêşwazî dikin û yên nexweşên wan giran, dişînin nexweşxaneyên Helebê.

Hin dayîkên zarokên nexweş ku nexwestin navên xwe aşkera bikin, diyar kirin ku ji ber bronşîtê zarokên wan ev 10 roj in li nexweşxaneyê ne û pêwîstiya wan bi dermankirinê û nebulîzeran heye.

Dayîkan dan zanîn ku eger kehrebe hebûya, wan dikarî zarokên xwe li mal derman bikirina.

(zş)

ANHA